Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: Amerîka û Ewropa ji bo xwe bi kurdan bidin efûkirin divê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin 03.04.2021

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
AMERÎKA Û EWROPA JI BO XWE BI KURDAN BIDIN EFÛKIRIN DIVÊ RÊ LI BER AZADIYA RÊBER APO VEKIN

Hevseroka konseya rêvebir ya KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de pêşî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û bi van gotinan aciliyeta rewşê vegot:

Hukumeta Trik bi helwesta xwe ya dijmunane ya li hembrî rêber APO, bi hestên gelê me dileyîze û şerekî taybet ya psikolojik dimeşîne. Dewleta trik wê berdêlên vê yekê pir giran bide.

Besê Hozat da xuya kirin, ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi destê dewleta tirk pêk nayê, hin hêzên navnetewî yên weke Amerîka û Konseya Ewropayê jî ji bo berjewendiyên xwe şirîkê vê pergalê ne û ev bangkir:

Em bang li van hêzan dikin ku ji bo xwe bi gelê Kurd bi efû kirin, divê rê li ber azadiya rêber Apo vekin û li ser xwîn û canê kurdan nekevin nava hesabên qirêj.

Bila herkes zanibe ku Kurd êdî ne bê kes û bê parastin in, bi zanebûn û birêxistinbûna xwe îro bi dostên xwe yên Navnetewî re dikarin ji qirkeran hesab bixwazin.

Bi wesileya rojbûna rêber Apo jî Besê Hozat dayîka Uveyş bibîranî û ev roj weke rojbûna jinan pênase kir.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
TEVLÎBÛNA PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ SERKEFTINA PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ BÛ

Derheqê pîrozbahiyên Newrozê de Besê Hozat gotina “muhteşembû” bikaranî û tevlîbûna gel weke serkeftina pêngava “dem dema azadiyê ye” pênase kir.

Besê Hozat got:

Di Newrozê de dost û dijminan dît ku gelê me li hemberî faşîzmê tim li ser piya ye û xwedî li tevger û serokatiya xwe derketiye.

Vê coş û kelecana gel cesareteke mezin da gerilla. Herwiha peyama xwedîderketina li HDPê jî bû.

Besê Hozat derheqê pêşeroja Tirkiyê de jî da xuya kirin Dewleta Trik xwe wisa daye bawer kirin ku heta gelê Kurd û tekoşîna wî ji holê raneke nikare bigêhêje hedefên xwe yên 2023’an, lewma di vê çarçovê de zexta li ser HDPê û kurdan derxistiye radeya herî bilind.

Besê Hozat helwesta muxalefeta tirk ya beramberî zextên li ser HDPê jî bi van gotinan şîrove kir:

Partiyên mûxalif weke CHP’ê û yên ku ji AKP’ê qetiyane, di şûna ku ji doza Kurdî re çareseriyeke daîmî bigerin, çav berdane dengê Kurdan. Li hemberî faşîzma AKP’ê xwedî helwestin qels in.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
ÎRAQ WEKE DEYNÊ XWE YÊ LI HEMBERÎ ÊZIDIYAN DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ NAS BIKE

Mijareke din ku Besê Hozat behs kir, rewşa dawî ya Şengalê bû.

Hozat peymana ku PDK û Hukumeta Bexdayê li ser Şengalê îmze kirine weke projeyeke nû ya komkujiya Êzidiyan pênase kir û bal kişand ser berpirisyariya Amerîka û Fransayê.

Hozat pêşniyaz li Dewleta Îraqê kir ku ji bo deynê xwe yê li hemberî êzidiyan bîne cîh, divê mafê xweseriya Şengalê nas bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv