Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana zîndanan di roja 223’yan de ye

 

PENGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
BERXWEDANA ZINDANAN DI ROJA 223’YAN DE YE

Berxederên zindanan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.

Çalakger 223 roj in ji bo azadiya Rêber Apo û dijî neheqiyên li girtîgehan li berxwe didin.

Li girtigeha Duzceyê ya bajarê Tirkiyê jî 13 girtî di greva birçîbûnê de ne.

Ji berxwedêran girtiyê bi navê Vedat Gultekin ji malbata xwe re ragihandiye ku ‘Ev 2 sale rayedarên zindanê girtiyên siyasî nabin nexweşxaneyê.

Me gelek caran serlêdan kir lê hemû bê bersiv man.

Ez jî nexweşîm, ji ber nayêm tedavî kirin nexweşîyên min giran dibin.

Kesên ku dizî kirine dibin nexweşxanê lê me nabin.

Li gel hemû zext û faşîzma li ser me, em ê bi biryardarî çalakiyê bidomînin.

PENGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
ÇALAKIYÊN LI WARGEHÊN MEXMÛR Û LAVRÎOYÊ JÎ DIDOMIN

Kurdên li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê jî bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya li vir jî 185 roj li pey xwe hiştin.

Bi heman armancê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê çalakîya greva birçîbûne di roja 202’an de berdewam e.

Çalakî îro ji aliyê koma 102’yan ve hate dewr girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv