PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZINDANAN DI ROJA 272’AN DE YE
Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo azadiya Rêber Apo 272 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Dewleta Tirk ji ber ku nikare îradeya girtiyan bişkîne zext û zordariya li ser girtiyan dijwartir dike.
Li zindanan li gel hemû zext û tehdeyan jî berxwedêr di çalakiya xwe de bi biryar in.
Bi heman armancê çalakiya li kampa Mexmûrê û Lavrîoyê jî çalakî dewam dikin.
Bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiya Maxmûrê di roja 251’an, ya li Lavrîoyê jî di roja 234’an de ye.