Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zindanan di roja 145’an de ye

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZINDANAN DI ROJA 145’AN DE YE

Bi pêngava Dem Dema Azadiyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 27’ê Mîjdarê bi daxwaza azadiya fizîkî ya rêber APO dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin.

Çalakiya girtiyan 145 roj li pey xwe hiştin û niha koma 29’an wê bi rê ve dibe.

Ji ber bêdengiya heyî û zilma li zindanan malbat û xizmên girtiyên azadiyê di nava fikaran de ne.

Kurek û hevjînê Necîme Yaşarer girtî ne.

Kurê wê Selehattîn li zindana Dîlokê û hevjînê wê Hîda jî li zindana Trabzonê tên ragirtin.

Necîme Yaşarer a bi telefonê bi wan re diaxive dibêje, ji ber dest bi greva birçîbûnê kirine zêxta li ser wan pir zêde bûye.

Heke îro civak dixwaze bêhnekê bistîne, divê li berxwedana wan xwedî derkeve.

Girtiyê bi navê Mehmet Ayaz jî li zindana Amedê beşdarî pêngava dem dema azadiyê bûye.

Dayika wî Zelga Ayaz bang li gel dike ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GREVÊ YA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 124’AN DE YE

Li Wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya dorvegerî tê lidarxistin.

Çalakiya li vir jî 124 roj li pey xwe hiştin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI KAMPA LAVRÎO DI ROJA 107’AN DE YE

Bi heman armancê Kurdên li Kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Çalakiya Kurdistaniyan 107 roj li pey xwe hiştin û serê 5 rojan carekê ji aliyê komeke nû tê birêvebirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv