Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan 99 roj li pey xwe hiştin 05.03.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN 99 ROJ LI DÛ XWE HIŞTIN

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiya Rêber Apo ji 27’ê mijdarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakî bi awayekî bêdem û bi-dorvegerî tê meşandin.

Koma 20emîn di roja 99’an çalakî bi rê ve bir.

Çalakger bi rêya malbat û parêzerên xwe diyar dikin ku ew heta bigihîjin mexseda xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

Rayedarên tirk jî ji bo şikandina îradeya çalakgeran li zîndanan zextên xwe zêde kirine.

Li girtîgeha Boluyê zextê li girtiyan dikin. herî dawîn 3 girtî ji Boluyê sirgunî girtîgeha îzmîrê hatine kirin.

Der barê mijarê de Buroya Hiqûqê ya Gelan, daxuyanî da û xwest:

” Polîtîkayên sirgûnkirinê demildest bi dawî bibin.”

Li gorî heman daxuyaniyê Denîz Şah, Latîf Mollaahmetoglû û Îlhan Kaya 2’yê Adara 2021’an, bi îşkenceyê sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Îzmîrê hatin kirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 78’EMÎN DE YE

Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê, çalakiya jinan a greva birçîbûnê ji 18’ê Kanûna 2020’an ve li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 78’emîn de ji aliyê koma 39’an ve tê birêvebirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI YÛNANISTANÊ DI ROJA 61’EMÎN DE DEWAM KIR

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê dimînin ew jî ji bo azadiya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Çalakî di roja 61’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv