BERXWEDANA LI ZANÎNGEHA BOGAZÎÇIYÊ
HEM ÇALAKÎ HEM DESTEKA JI BO BOGAZÎÇIYÊ MEZIN DIBE
Berxwedana Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî pergala qeyûm a rejîma AKP-MHP’ê dewam dike.
Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê li pêş avahiya rektoriyê berê jê zivirandin û daxuyanî dan.
Akademîsyenan dîsa bang li qeyûm Bulu kir da ku îstîfa bike.
Meclisa Xweser a Zanîngeha Galatasarayê jî bi daxuyaniyekê destek da berxwedanê.
Meclisa ku nêzî 2 hezar endamên xwe hene diyar kir ku ew pergala qeyûm qebûl nakin û ev peyam dan:
Heta zanîngeh xweser bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Nivîskarên tirkiyeyî jî piştgirî dan berxwedanê.
Asli Erdogan, Ataol Behramoglû, Mûrat Ûyûrkûlak û Mûrathan Mûngan jî di nav de 147 nivîskaran bi sernavê “Em ê serê xwe netewînin” daxuyaniyeke nivîskî dan.
Nivîskaran ragihandin ku ew li cem xwendekaran û berxwedanê ne.
Di daxuyaniyê de ev detay derketin pêş:
Bi rojane em dibînin ku kesên li ber xwe didin barê gotinên mirî girtine ser xwe, ziman zindî dikin, zenga çewsandinê jê dibin û li peşiya welat rêyên bi hezar îhtîmalî têje vedikin.
Weke wêjekar bi çoş tevlî vê şahiyê dibin. Em li cem berxwedana li Zanîngeha Bogazîçiyê ne. Em ê serî ji zilm û zextê re netewînin.