BERXWEDANA LI SÊMALKA DI ROJA 34’AN DE YE
ÇALAKGERÊN LI SÊMALKAYÊ: SIYASETA PDK’Ê DIJBERÎ DOZA KURDÎ YE
Di navbera 28 û 29’ê Tebaxê de hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemîn danîn pêşiya gerîlayan û 5 gerîla şehîd bûn.
Ji wê rojê ve cenazeyên gerîlayên Şehîd di destê PDK’ê de ne.
Ji bo wergirtina cenazeyan ji 5’ê Cotmehê ve bi pêşengiya malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka yê kon hatiye vedan.
Her roj bi dehan sazî û kesayet ji bo pişgiriyê tên cihê konê û çalakiyê 33 roj li pey xwe hişt-
Şêniyên navçeya Girkê Legê jî bi meşeke girseyî lidarxistin û serdana konê çalakiyê kirin.
Li ser navê girseyê Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Refîq Cemîl daxuyanî xwend.
Refîq Cemîl bang li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûne, radestî malbatan bikin.
Her wiha Refîq Cemîl bang li civaka navneteweyî jî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî a ji aliyê dewlea tirk ve komîteyeyên lêkolînê ava bikin.