BERXWEDANA LI SÊMALKA 43 ROJ LI PEY XWE HIŞT
MALBATÊN ŞEHÎDAN JI PDK’Ê DAXWAZA CENAZEYÊN ZAROKÊN XWE DIKIN
Malbatên Şehîdan ev 43 rojin li Deriyê Semêlka bi çalakiyekê ji PDK’ê daxwaza cenazeyên xwe dikin.
Lê PDK’e xwe ker, kor û lal kiriye…
Li dijî van polîtîkayên qirêj her roj bi sedan kes serdana kon dikin û peyama berxwedanê didin.
Yekitiya Endezyarên Cizîrê îro bi meşeke berê xwe dan cihê çalakiyê.
Di meşê de bi dirûşmeyan politikayên PDK’ê hat şermezar kirin.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û bang li PDK’ê hat kirin ku demildest cenzaeyan teslîmî malbatan bikin.