PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ DI ROJA 138’AN DE YE
Bi hezaran girtîyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxwaza azadiya rêber APO ev 138 roj in di çalakiya grevê de ne.
Çalakiya girtiyan serê 5 rojan bi dorvegerî pêk tê..
Li aliyekê berxwedan li aliyê din jî text û faşîzma dewleta Tirk li ser girtiyan her diçe zêde dibe.
Hat hînbûn ku girtiyên li zindana Duzce ya Tîpa E yên di grevê de avêtine hucreyê..
Girtiyê bi navê Selamî Keleş ê bi malbata xwe re axivî ragihand ku 15 roj cezayê hucreyê daye wan.
Selamî Keleş biryardariya xwe û hevalên xwe anî ziman û da zanîn ku ew ê li ber zextan serî netewînin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 59’AN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEWR GIRT
Bi heman armancê li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê birêve diçe.
Xebatkarên ragihandinê çalakî dewr girtin.
Li ser navê çalakgeran Firat Bozan daxuyanî xwend.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI KAMPA LAVRÎO 100 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Bi heman armancê li kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî ev 100 roj in Kurdistanî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya li vir bi pêşengiya tevgre ciwanên Şoreşger û tevgera jinên Kurdistanê tê birêvebirin..
Kurdistanî dibêjin, heta azadiya rêberê xwe ew ê navberê nedin têkoşîna xwe û banga xwedîderketina li zindanan dikin..