Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana Girê Sor: ‘Em ê heta dawî li ber xwe bidin’

 

“EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN”
PERESTGEHA BERXWEDANÊ BÛ GIRÊ SOR

Ev der Girê Sor e…

Sorbûna xwe ne ji rengê çiyê, ji xwîna lehengan girtiye.

Di nava latên mezin de hêlîneke bazan veşartî ye.

Şev roj xew lê nîne,

Dilê heft lehengên nemir,

Hêrsa tolhildanê ya deh çiyayan li xwe girtiye.

6’ê Tîrmehê artêşa dewleta Tirk a dagirker, li dijî berxwedêrên Girê Sor ê Avaşînê giranî da bikaranîna gazên jahrkirî û çekên kîmyewî.

Ji ber ku erzaq an go zexîre, dîsa kelûpelên pêdiviyên jiyanî nemabûn, şert û mercên li nava tunelên şer ji bo gerîla zehmettir bûbû.

Fermandar Botan ji ber vê yekê pêşniyar li gerîlayan kir, ku yên dixwazin dikarin xwe ber bi qadên din ve vekişin.

Her 10 gerîlayan yek bi yek mafê axaftinê wergirtin û gotin, em ê heta dawî li ber xwe bidin.

6’ê Tîrmehê dema dengê lingê dagirkeran li ber deriyê Çarçela tê bihîstin, gerîla Baz jî xwe nêzîk dike û dixwaze hîn bibe ka çi li derve diqewime.

Di wê kêliyê de eskerên Tirk ên dagirker li ber derî teqînekê dikin û gaza jahrkirî diavêjin.

Gerîla Baz jî ji vê yekê bi bandor dibe.

Heta şeveqa roja din jî li ber xwe dide û tevî hewldanên hevrêyên xwe hemûyan jî nayê rizgar kirin û şehîd dibe.

Gerîla Baz ji navçeya Colemêrgê Geverê bû û li Şengalê di dema şehadeta Mam Zekî de li rex birîndar bûbû.

Gerîlayên din ji ber rewşa li nava tunelan dizanîn, ku wê ev yek ne şehadeta dawî be.

13’ê Tîrmehê dagirkeran dîsa li deriyê Çarçela bi awayekî zêde çekên kîmyewî bi kar anîn.

Tevî vê yekê, wan şert û mercên giran ên li nava tunelê, hêzên gerîla bi bombeyan li dagirkeran didan.

Her carê dema bombe diavêtin, qêrîna eskeran bi heta nava tunelan dihat.

Di wan rojên din de jî gerîla Armanc û Serhildan bi giranî birîndar bûn.

Herî dawî jî fermandar Botan bi fuzeyê hat birîndarkirin.

Fermandar Botan ji gerîlayan re digot “tiştek bi min nehatiye” û bixwe heta nava mangê meşiya.

Guhekî Botan teqiya bû û rewşa wî jî giran bû û digot, ev 12 sal ên dijmin nekarî tiştekî bi min bike, ji niha pê ve jî wê nikaribe.

Gerîlayan fermandarê xwe Botan weke cewhera Girê Sor bi nav dikirin.

Di rojên dawî de li cem gerîlayan nîv torbe birinc, hinek ard û torbeyek fasolî mabûn.

Ji 4 rojan carekê agir pê dixistin.

Botan ji bo psîkolojiya hevrêyên xwe digot “xwarina zêde, teoriya girtina enerjiya zêde hemû vala ne. Însan çiqasî zêde bixwe jî beden çiqas jê re pêwîst be wê digire. Yanî tu tepsikek xwarin jî bixwî û tu kevçiyekî jî bixwî weke hev e.”

Ji ber vê sekna wî, gerîlayan hemûyan hêz ji fermandarê xwe Botan digirtin.

20’ê Tebaxê jî gerîla Ozgur ji serê xwe bi giranî birîndar bû.

Ji bo dermankirina birînan jî kelûpelên tenduristiyê zêde di destê gerîlayan de nebûn.

Gerîlayan ji ber vê yekê atlêtên xwe diqetandin û li birînan dipêçan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv