Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Gorên 71 sivîl û şervanan in

 

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd rastiya îdiayên dewleta Tirk ên “Gora Komî” li Efrînê eşkere kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tiştî rewa dike da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike. Nûrî Mehmûd got: “Dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê êrişî cenazeyên şehîdên me dike.”

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku goreke komî li navenda bajarê Efrînê dîtine derewand û diyar kir gor goristana Şehîdan e.

Mehemûd got: “Dema ku artêşa Tirk a dagirker nêzî bajarê Efrînê bû ev goristan li navenda bajarê Efrînê hate avakirin. Di goristanê de 71 cenazeyên şehîdan hene yên ku di encama êriş û topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê de şehîd bûne. Di nav de 14 cenaze yên şervanên YPG’ê ne, 12 cenaze yên şervanên YPJ’ê ne, 5 ên endamên Asayîşê ne, 3 cenaze yên Cebhet El-Ekrad in, cenzeyek ê şervanê Hêzên Ekra Xweparastinê ye, 5 cenaze yên sivîlan in ku nasnameyên wan tê naskirin, 31 cenaze yên şervan û sivîlan in ku hîna nasnaeyên wan nehatin naskirin.”

Nûrî Mehmûd ev agahî di daxuyaniyekê de dan ku Malpera Fermî ya YPG’ê weşandiye.

Mehmûd daxuyand ku rejîma Tirk û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslimîn li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine fesadê belav dikin û sûcên li dijî tevahî belge û qanûnên navneteweyî, pêk tînin.

Li ser “Gora komî” ya ku Tirkiyê îdia dike, Berdevkê YPG’ê diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Tiriyê daxuyaniyek li ser Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê belav kir, tê de îdia dike ku goreke komî li bajarê Efrînê dîtine ku demek kurt beriya dagirkirinê komkujiyeke pêk hatiye. Mehmûd ev daxuyanî derewand û got, ev rêbaz ê rejîma Tirk û bermahiyên çeteyên DAIŞ, El-Qaîde, Cebhet El-Nusra û Îxwan El-Muslimîn e.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku hemû komên çete yên niha li Efrînê, kiryarên li dijî nirx û pîvanên navneteweyî û civakî pêk tînin û wiha dom da axaftina xwe: “Her tiştî ji bo xwe helal dibînin, hemû rêbazan bi kar tînin da ku bighêjin armancên xwe yên têkbirina projeya me ya demokratîk a ku hemû pêkhateyên herêmê xwedî lê derketine.”

Berdevkê YPG’ê destnîşan kir ku siyasetên ku rejîma Tirk di demên dawî de li Sûriyê û cîhanê kirine rûyê rast ê tarî yê dewleta Tirk û rejîm û serokê wê derxist û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû kiryarên der exaqî li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Mehmûd diyar kir ku rejîma Tirk goristana ku dema êrişên wê yên li ser Efrînê ku li bajarê Efrînê nêzî nexweşxaneya Efrînê hatiye avakirin bin pê kir û wiha pê de çû: “Di wê goristanê de 71 cenaze li gorî urf û teqlîdên me hatin veşartin, hin cenaze yên şervanan in ku di bersivdayîna êrişên dagirekriya Tirk de şehîd bûne, hin din ên sivîlên ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser taxa Mehmûdiyê û derdora nexweşaneya Efrînê de şehîd bûne.”

Nûrî Mehmûd eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide goristanê wekî goreke komî nîşan bide û got: “Armanca wê ji van îdiyan şoreşa me reş bike. Ya rast ev goristan a şehîdên me ye yên ku di oxira parastina Efrînê de canê xwe feda kirin. Gelê Efrînê li gorî belge û qanûnên navneteweyî cenazeyên van şehîdan veşartin.”

Mehmûd da zanîn ku 71 şehîd ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: “Ev şehîd rûmet û şerefa me ne.”

Nûrî Mehmûd di berdewama nirxandinên xwe de îşaret pê kir ku pêwîste civaka navneteweyî nas bike ku dewleta Tirk a dagirker çete li herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê bi cih kirin û rêbazên herî qirêj li dijî gelê herêmê pêk tîne. Her wiha diyar kir: “Divê gelê me  û tevahî cîhanî nas bike ku ev rejîm û çeteyên girêdayî wê sûcên her qirêj ku li djiî nirx û rêgezên exlaqê mirovahiyê ne pêk tînin da ku bighêjin armancên xwe, hemû sûc û binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin tu alaqeya eê bi şoreşa Sûriyê re nine, lê armanc jê ew e ku ajnîdeyên serokê rejîma Tirk Erdogan pêk bînin.”

Mehmûd bal kişand ser sûc û binpêkirinên çeteyên dewelta Tirk ên li Efrînê, di nav de rûxandina goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Efrînê, goristana Şehîd Seydo ya li gundê Qazqilî yê Cindirêsê.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd sedema avakirina goristana şehîdan li navenda bajarê Efrînê diyar kir û wiha got: “Sedem ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî goristana şehîdan bûn, ji ber vê yekê ev goristana li navenda bajar nêzî nexweşxaneya Efrînê hate avakirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv