Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Bedran Çiyakurd: Divê Mosko ji bo çareseriyê zorî li Şamê bike

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd yek ji endamên heyeta rêveberiya xweser e ku bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Sûriyeyê re li Şamê hevdîtin kir. Çiyakurd li ser naveroka hevdîtinan û daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal El Miqdad axivî.

Çiyakurd bû mêvanê bernameya ‘Bûyer’ a Ronahî TV û anî ziman ku rejîma Sûriyeyê bi aqlê beriya şerê sala 2011’an dest pê kir tevdigere.

Çiyakurd nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal El Miqdad da ku gotibû “Em Rêveberiya Xweser red dikin” û destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî rengî xizmetê ji diyalogê re nake. Çiyakurd got:

“Ev zîhniyet çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê naxwaze. Ji vê zîhniyetê heye ku li Sûriyeyê tiştek neqewimiye. Ew zîhniyet e ku dixwaze mîna beriya sala 2011’an welêt bi rê ve bibe. Ev zîhniyet ti carî pirsgirêkan çareser nake, wê krîzê girantir bike.”

Çiyakurd anî ziman ku ew hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyeyê re girîng dibînin û got, “Bi Şamê re hin hevdîtin hatin kirin. Ev hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê hatin kirin nû bûn û em bi wate dibînin.

Di demeke wiha de daxuyaniyên bên dayin hemû divê bi kêrî çareseriya pirsgirêkan bên. Daxuyaniyên bi vî rengî yên ji rêveberiya Şamê hatin kirin beriya niha bûbûn mijara rexneyên me. Îdîa dikin ku em hewl didin Sûriyeyê parçe bikin.

Em jî vê nêrînê teqez red dikin û dibêjin ku eleqeya xwe bi rastiyê re nîne.”

PÊWÎSTIYA BI DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ

Çiyakurd destnîşan kir, ew projeyeke ku di nava yekparebûna Sûriyeyê de mafên bawerî û gelan hemûyan misoger dike diparêzin û anî ziman, çareseriya krîza Sûriyeyê bi vê projeyê dibe.

Bedran Çiyakurd got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî, siyasî, îdarî û ewlekariyê yên Sûriyeyê, potansiyel û tecrûbeya Rêveberiya Xweser hêzeke mezin e. Eger rêveberiya Şamê Rêveberiya Xweser weke xeta sor bibîne û hewl bide bi rêbazên berê pirsgirêkan çareser bike, divê zanibe ku ev yek nepêkan e û pêwîstî bi destûreke nû ya bingehîn heye.”

Bedran Çiyakurd ragihand ku ew ê di çareseriya bi rêya diyalogê re israr bikin û got:

“Ji bo çareserî û diyalogê em bi biryar in. Çareseriyeke Sûriyeyî ji bo me di asta stratejîk de girîng e. Em ê têkoşîna xwe ya di vê rêyê de bidomînin. Eger ji rêveberiya Şamê daxuyaniyên bi vî rengî tên kirin hingî xuya ye di nava wan de yên ji nêrînên cuda hene. Her wiha tê dîtin ku rêya diyalog û çareseriyê hêsan nîne. Di demeke kurt de wê her tişt çareser nebe. Wê pirsgirêkên cidî hebin. Di vê mijarê de divê rêveberiya Şamê jî bi rengekî cidî tevbigere û nehêle ku ji her mejiyekî dengek derkeve.”

Bedran Çiyakurd li ser naveroka hevdîtinên bi Rêveberiya Şamê re anî ziman, ku rejîma Sûriyeyê xwedî projeyeke cidî û nû ya çareseriyê nîne. Bedran Çiyakurd got,

 

“Li gorî çavdêriyên me yên heta niha, xuya ye rêveberiya Şamê xwedî projeyeke cidî ya çareserkirina pirsgirêkan nîne. Tiştak ku ew difikirin nû nîne. Dibêjin uk wê xala 107’an a destûra bingehîn a Sûriyeyê bikin mijara nîqaşê ku li ser karê rêveberiyên xwecihî ye. Dibêjin QSD û hêzên asayîşê divê bi temamî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Her wiha li ser karên perwerde, ziman û çandê nêrînên cuda hene.”

Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku eger rêveberiya Şamê di vê nêrîna xwe de israr bike ev ê were wateya xitandina rêya diyalogê û got, “Pêwîstiya tevahiya Sûriyeyê bi projeyeke nû heye. Lê belê bi qasî ku tê dîtin rêveberiya Şamê xwedî projeyeke nû ya çareseriyeke bingehîn a pirsgirêkan nîne.

Her wiha divê ev yek were destnîşankirin ku eger Şam bi vî rengî israr bike wê hem Sûriyeyê hem jî paşeroja Sûriyeyê bixe nava rewşeke xerabtir. Lewma em dibêjin ku pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû ya rê li ber destwerdanên cuda veneke heye.”

Bedran Çiyakurd rola navbeynkariyê ya Rûsyayê ya di hevdîtinan de nirxand û got, “Li dijî van nêzîkatiyên rêveberiya Şamê heta niha Rûsyayê tiştek nekiriye. Rûsya jî ji Şamê gelekî cuda nafikire. Rûsya hewl dide di çarçoveya nêrîna rêveberiya Şamê de Rêveberiya Xweser û Şamê nêzî hev bike. Lê belê daxwazên Şamê û Rûsyayê jî ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve nayên qebûlkirin. Çareseriya wan dişibe tişta ku li Derayê kirin.

Di vê mijarê de projeyeke zelal a Rûsyayê nîne. Tenê dibêjin, eger we û Şamê li hev kirin em bêalî ne, em ê qebûl bikin. Em jî dibêjin di vê mijarê de pêwîstî bi garantorên bêalî hene. Di vê nuqteyê de berpirsyarî dikeve ser milê Rûsyayê. Divê zextê li rêveberiya Şamê bike.

 

Ji ber ku Rûsya jî dibîne vegera li rewşa beriya sala 2011’an zehmet e. Ev yek tiştekî bê qebûlkirin nîne. Divê Rûsya vê bibîne. Lê belê nêzîkatiya, ‘Şam çi dibêje hûn ê qebûl bike, yan jî daxwazên we ji aliyê Şamê ve nayên qebûlkirin’ bi kêrî çareseriyê nayê her wiha rola garantoriyê ya Moskowayê têk dibe.”

Lînka tevahiya bernameyê:

 

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv