Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Bazara Jinan li Amûdê ji aliyê Kongra Star ve hate vekirin

 

 

Welatê Sûriyê bi temamî di krîzeke mirovî re derbas dibe.

Di demeke wiha de, li bajarê Amudê yê Rojavaya Kurdistanê jinan bazarek vekirin.

Ev bazar ji serê sibê heta 7’ê êvarê Heftê heft Roj vekiriye.

Yek ji Cûdahiya vê Sûkê ew e: bihayê kirînê erzantir e.

Jin bi rehetî diçin, tiştên ji wan re lazim dikirin

Dema dikirin jî li aboriya xwe ya xweser zêde dikin.

Ger hûn, li Amudê dijîn yan jî, biçin Amudê, teqez biçin vê Sûkê.

Jin ji bo pergala xwe avabikin, hewl didin di warê aborî de jî serbikevin.

Tevlî xebatên aboriyê dibin û di heman demê de, aboriya xwe ya xweser avadikin.

Li bajarê Amûdê ji bo jin tevlî xebatên aboriyê bibin sûkek hatiye vakirin.

Helbet vekirina vê bazarê dibe sedem jin bi rehetî bazarê bikin.

Li vê sûkê buhayê kirînê ji sukên din erzantir e.

Ev sûka ji aliyê Kongra Star ve hatiye vekirin, rojane ji serê sibê heta 7’ê êvarê vekiriye.

Û di heman demê de, ji bo keysbazî çênebe 2 jinên rêveber çavdêriyê dikin.

Yek ji rêveberên Komîteya Aboriyê ya jinan a navçeya Amûdê Sûda Nesan wiha behsa armancê vekirina sukê dike.

Li vê bazarê, ji cil û bergên Kurdî bigirin, fêkî, sebze, şînkahî û hemû pêdiviyên mal û xwarinê li vê sukê hene.

Hêjayî gotinê ye:

Sebze ji baxçe û koperatîfên girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a herêma Dêrikê û navçeyên Tirbespiyê û Amûdê tên peydakirin.

Di heman demê de madeyên xwarinê ji kargehên “Demsal” ên navçeya Dirbêsiyê tên girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv