Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balefirên Israîlê êrîşî hêzêen Îranê ên li Sûriyê ne kirin

 

BALAFIRÊN ÎSRAÎLÊ ÊRIŞÎ XAKA SÛRIYÊ KIR
ÊRIŞ LI DIJÎ MÎLÎSÊN ÎRANÊ PÊK HATIN Û KUŞTÎ Û BIRÎNDAR ÇÊBÛN

Balafirên Îsraîlê doh careke din êrişî axa Sûriyê kir.

Hat ragihandin ku êriş li dijî hêzên girêdayî rejîma Îranê pêk hatiye û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li aliyê din, Rejîma Sûriyê diyar kir ku hêzên pergala asîmanî bersiva êrişê dane.

Ji destpêka şerê li Sûriyê ve Îsraîl hema hema mehê çend caran bi rêkûpêk êrişî xaka vî welatî dike.

Êvara sêşemê balafirên şer ên Îsraîlê careke din êriş birin ser deverên cûda yên Sûriyê.

Li gorî çavkaniyên herêmî û ajansên nûçeyan êriş li dijî hêzên girêdayê rejîma Îranê pêk hatine.

Ev hêz li bejahiya Suweyda û Dêre Zorê bûn hedefa bombebaranên balafiran.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku di êrişê de 5 kes hatin kuştin û bargeheke leşkerî jî hat îmhakirin.

Li aliyê din, rejîma Sûriyê ragihand ku hêzên pergala asîmanî bersiva êrişê dane.

Li gorî rejîmê di encama êrişa Îsraîlê de 2 leşkerên wê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 4ê vê mehê de jî balafirên Îsraîlê êrişek biribûn ser Sûriyê û di encamê de 9 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin.

Bi vî awayî, Îsraîlê di mehên dawî de êrişên xwe li ser Sûriyê zêde kirine.

Ev yek jî piştî daxuyaniyên berpirsên leşkerî yên Îsraîlê di nava çend heftiyên dawî de pêk hat.

Berpirsên Îsraîlê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew ê êrişên xwe li dijî hebûna Îranê li Sûriyê zêde bikin.

Her wiha Îsraîlê anî ziman ku ewê qet rê nedin Îran li Sûriyê bibe xwedî hebûneke bi bandor.

raîlê zêde bikin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv