Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Balafirên tirk herêma Kanîmasî û gundê Elpelor ê Kobanê bombebaran kirin

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
BALAFIRÊN TIRK HERÊMA KANÎMASÎ BOMBEBARAN KIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş birin ser deverên sivîl.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine bi dest xistin, balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker herêma Kanîmasî bombebaran kir.

Heman çavkaniyan ragihand ku devera Berwarî Bala ya herêma Kanî Masî ya ser bi Dihokê ve buye hedefa balafirên şer.

Di êrişa hewayi de deverên sivîl hatine bombebaran kirin û zerar dîtine.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
BALAFIRÊN TIRK GUNDÊ ELPELOR Ê KOBANÊ BOMBEBARAN KIRIN

Artêşa dagirker bi balafên bêmirov êriş birin ser gûndê Elpelor ê Kobanê jî.

Li gor nûçeya ajansa ANHA ragihandiye balafên bêmirov ên dewleta tirk di saetên destê sibê de êriş birine ser gûndê Elpelor.

Gundê Elpelor ku 5 km dûrî bajarê Kobanê ye.

Rêber Apo di sala 1979`an de dema ku cara yekemîn derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, diçe gundê Elpelor.

Di êrişa hewayî de mala ku Rêber Apo lê mayî bû hedefa bombeyan.

Li gor agahiyên ajansê parvekirî, di encama êrişê de ziyanên madî çêbûne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv