ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
BALAFIRÊN ŞER VÊ SIBÊ 11 CARAN GUNDÊ MIJÊ YÊ HERÊMA GARÊ BOMBE KIR
Dewleta Tirk bê navber êrişên xwe yên li dijî qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê didomîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên şer îro ji serê sibê ve 11 caran gundê Mijê û derdora wî bombe kirin.
Gundê Mijê girêdayî navçeya Amediyê ya bi ser Duhokê ve ye û dikeve herêma Garê.
Ji dîmenên herêmê hatine jî xuya dike ku gund di bin bombardimaneke dijwar de ye..
Eger mirov tenê li encama êrişên 23’ê Nîsanê destpêkirî temaşe bike.
Diyar dibe ka ev tevgera dagirkeriya çawa rê li ber wêran û takankirina axa Başûrê Kurdistanê vedike.
Ji destpêka êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşîn, heta niha herî kêm 50 gund hatina valakirin..
Li gel valakirina gundan, mal û milkê welatiyên herêmê têne talankirin.