Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Azadiya Rêber Apo

 

 

Çalakvana mafê mirovan Sarah Gilyin û Rêveberê Konseya Netewî Stefin Similey li ser girîngiya azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji medya haberê re axivin.
Stefin Similey destnîşan kir ku ji bo aşitî û demokrasiyê divê Rêber Apo azad be
Sarah Gilyin îşaret bi biryara dadgeha belçîkayê kir û got:
PKK rêxistineke terorîst nîn e, divê ji lîsteyê were derxistin.

AZADIYA RÊBER APO
STEPHEN SMELLIE: JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BE

Çalakvana mafê mirovan Sarah Glynn û Rêveberê Konseya Netewî ya UNISON’ê Stephen Smellie di heqê girîngiya azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji Medya Haberê re axivîn.

Stephen Smellie di kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo de bi awayekî aktîf cih digre.

Smellie destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo wê ji bo avakirina aştiyê li Tirkiye û herêmê bibe gaveke girîng û wiha got:

Birêz Ocalan tekane lîderê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ye.

Divê Ocalan azad bibe û PKK jî ji lîsteya terorê were derxistin.

Eger hûn li Tirkiye û herêmê li aştî û aramiyê digerin hûn nikarin mirovan terorîze bikin.

Tecrîda li ser Ocalan û mayîna PKK’ê di lîsteyê de bi hev ve girêdayî ne.

Ji bo aşitî were tanzîmkirin lazim e Ocalan li dora wê maseyê be, azad be û divê PKK jî li dora wê maseyê be.

DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ
SARAH GLYNN: DIVÊ YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ LI GORÎ BIRYARA BELÇÎKAYÊ TEVBIGERE

Çalakvana mafê mirovan Sarah Glynn Sarah Glynn di heqê derxistina PKK”ê ji lîsteya terorê biryara Dadgeha Belçîkayê bi bîr xist.

Glynn diyar kir ku li aliyekî biryara Belçîkayê ku dibêje PKK ne terorîst e û li aliyê din mayîna wê ya di lîsteyê de bi hev re nakok in û wiha axivî:

Biryara Dadgeha Belçîkayê dibêje çi? Dibêje: PKK rêxistineke terorê nîn e, ew di şer de aliyek e.

Ev biryareke girîng e. Lazim e tevgerên polîtîk jî xwedî li vê biryarê derkevin.

Siyasetmedar vê biryarê bibin rojeva parlemenên xwe û mînak bigrin.

Divê serlêdanên qanûnî bikin da ku PKK ji lîsteyê were derxistin.

Çawa ku li dijî rejîma aphertied a Afrîkaya Başûr helwest girtin divê bi heman rengî tevbigerin.

Li welatê xwe ji bo PKK ji wê lîsteya neheq derkeve divê di nava hewldanan de bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv