Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Rûmeta xwe diparêzin 14.12.2020

 

RÛMETA XWE DIPARÊZIN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Şengal ango Êzîdxan di aliyê dîrokî û erdnîgarî de ji bo civaka Êzîdî xwedî cîhekî taybet û stratejîk e. Ji ber vê taybetmendiya xwe 73 ferman lê rabûne. Gelek caran bûye navenda êriş û malwêraniyan. Vê civakê li hemberî ferman û komkujiyan hemûyan di sînga çiyayên xwe de hebûna xwe parastiye. Ji ber van êrişan Êzîdî li Iraq, Sûrî, Rusya, Gurcistan, Ermenistan, Turkiyê û gelek welatê Ewrûpayê belav bûne. Rewşa civaka Êzîdiyên li van welatan, tirajediya wan radixe ber çavan. Travma, êş û elemên bi hezarên salan bi serê wan de hatî, ji nivşê berê heta bi nivşê nû, nikarîne ji ti kesî re bêjin. Lê li gel ewçend êş û azaran jî di nava xwe de baweriya xwe parastin.

Heta 3’ê Tebaxa 2014´an civaka Êzîdî di serî de Şingal li devera lê bû, li gorî derfetên xwe hewl dida çand û baweriya xwe zindî bihêle û biparêze. Di 3’ê Tebaxê de dema çeteyên DAIŞ’ê bi armanca pêkanîna komkujiyê êrişî Şingalê kir, raya giştî û civaka navneteweyî cara pêşî ev civak bi trajediyeke mezin nas kir. Her kesî navê Êzîdiyan bi vê komkujiya Şingalê re di vê astê de bihîst.

Ew hêzên ku ev civak di nav lêpên çeteyên hov de hiştin, ji roja ku Şingal azad bûye ve bi ti awayî ji bo avakirina Şingalê tevnegeriyane, îro rabûne xwe kirine xwediyê Şingalê û beyî vîna wan di nav xwe de peymanan mor dikin. Ev hêz beriya ku peymanan mor bikin lazim e, destpêkê lêborînê ji jinên di destê çeteyên hov de bixwazin. Bila hesab bidin bi hezaran zarokên bê dê û bav mane. Bila hurmetê nîşanî deverên pîroz ên vê civakê ku ji aliyê çeteyên ne mirov ve hatine wêran kirin. Bila Şingala hatî xirakirin, ava bikin.

Ya herî girîng ji bo Şingal û Êzîdxanê statû û xweseriya wê ye. Bila xweseriya Şingalê nas bikin. Bila bihêlin ku ev civak bi hêza xwe, xwe biparêze û bi rê ve bibe. Pêwistiya Şingalê bi ti kesî tine ku were wan biparêze û bi rê ve bibe. Êdî Şingal ne Şingalê beriya 2014´an e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv