NAVÊ DILŞÊR GELEKÎ LÊ DIHAT
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Dilşêr Herekol bi 12 siwariyên xwe re erkeke dîrokî digire ser milê xwe. Wî li gel hevalên xwe, bi berxwendan û parastina çiyayê Şengalê re, civaka Êzîdî ji qirkirineke mezin xilas kir û pêşî li fermanê girt.
Ked, wêrekî û têkoşîna Dilşêran nehişt ku çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wê bigihin armanca xwe. Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ´ê bi fermandariya Dilşêr û Egîdan pêk hat. Di serî
de civaka Êzîdî, cîhanê hemûyî şahidiya vê yekê kiriye. Ti hêz nikare vê ked û rola gerîla ya ji bo parastina Şengalê nebîne û înkar bike.
Dilşêr Herekol yekemîn kes bû ku dest bi perwerdekirina ciwanên Êzîdî kir û bi saya wan YBŞ û YJŞ hatin avakirin û bûn hêzên parastina Êzîdiyan yên heta hetayê. Bi saya vê hêza leşkerî civaka Êzîdî sazî û rêxistinên xwe ava kirin û xwe bi rê ve dibe.
Heger îro Şengal parastina hebûna xwe dike û li hemberî hemû pîlan û peymanan li berxwe dide, ev yek encama keda mezin a van lehengan e. Civak hêza xwe ji wan digire û li xwe xwedî derdikeve. Şengal piştî êşa 73 fermanan cara pêşî xwe birêxistin dike û li ser navê xwe, bi vîna xwe şer dike û xwe diparêze.
Di serî de Şengal, civaka Êzîdî hemû, lazim e qet vê yekê ji bîr neke û lehengên weke Egîd û Dilşêran nedin jibîrkirin. Divê em li xewn û xeyalên şehîdan xwedî derkevin. Dilsoziya bi Dilşêran re û bicîhanîna xeyalên wan jî misogerkirina Şengaleke xweser û li hemberî her êrişê, li ser esasê destketiyên şehîdan, mezinkirina têkoşînê ye.