8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
AYŞE ACAR BAŞARAN: EM Ê ÎSYANA XWE LI QADÊN 8’Û ADARÊ MEZIN BIKIN
Meclîsa Jinan a HDP’ê wê di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘serhildana me ji bo azadiya me ye’, ‘Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê’ wê li qadan bin.
Meclîsa Jinan wê li Êlih, Mersîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stenbol, Amed, Wan, Edene û Enqereyê bi girseyî meş û mîtîngan pêk bînin.
Jinên HDP’ê ku di bin siya binçavkirin, zext û girtinan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin, wê carek din daxwazên xwe li kolanan biqîrin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê kampanya ‘Ji bo jinan edelet’ û 8’ê Adarê ji Jinnewsê re axivî.
Başaran diyar kir ku rayedarên hikûmeta tirk, pergala serdest êrişî nasnameya jinê dike û wiha dewam kir:
Li dijî van polîtîkayan divê têkoşîna kolektîf bê mezinkirin.
Desthilatdarî hedef dike ku me ji hev qut bike.
Li dijî van polîtîkayan em têkoşîna jinan a enternasyonal mezin dikin.
Başaran diyar kir ku ew ê di 8’ê de serhildanê mezin bikin
Başaran got, Corona bi xeter e lê serdestiya mêr hîn bêtir xeter e.
Derziya Coronayê heye lê derziya serdestiya mêr têkoşîna jinan e.
Ji ber vê jî em çiqas têbikoşin em ê evqas mafên xwe biparêzin.