Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ava Mûnzûrê dakete asta herî kêm a dîroka xwe

Li Dersimê di nava 10 salên dawî de 6 bendav û HES hatine çêkirin, vê jî wisa kiriye ava Çemê Mûnzûr di dîroka xwe de bigihêje asta herî kêm.

Herêma Mûnzûrê ku di Kurdistanê de herî zêde berf lê dibare û çiyayên wê ku her demsala zivistanê nêzî 3-4 metreyan dibare, niha êdî barîna berfê li wir ji çend santîman derbas nake. Ji ber hişkesaliyê piraniya çavkaniyên Çemê Mûnzûrê hişk bûne ku rê li ber herikîna Çemê Mûnzûrê ya di asta herî kêm vekiriye.

Li Kurdistanê ji ber germbûyîna global li beşek ji çiyayên Agirî, Cîlo û Sibhanê keviyên cemedê pir kêm mane, ji ber çêkirina bendav û HES’an jî asta ava çem û rûbaran pir daketiye. Yek ji wan herêmên ku ev pirsgirêke herî zêde pê re rû bi rû ye Dêrsim e ku di 10 salên dawî li wê herêmê 6 bendav û HES hatin çêkirin.

Asta herikîna ava Mûnzûrê gihîştiye asta herî kêm a dîroka xwe. Li gorî agahiyên ji rayedaran hatiye destxistin, asta herikîna ava Mûnzûrê di meha Cotmehê de di saniyê de 30 metreçargoşe bû, lê îsal di pîvandinên hatinî kirin de asta avê li gorî sala bihûrî nîve nîv daketiye û bûye 14 metreçargoşe. Hate diyarkirin ku di mehên zivistanê yên sala 1934’an heman rewşa rû daye, wate piştî 87 salan cara duyemîn e ku asta ava Çemê Mûnzûrê evqasê kêm bûye.

Kêmbûyîna barînan ku di binê asta normal a demsalên tevahiya salê ye, gelek eraziyên çandiniyê zuha kiriye, bandoreke nerênî li sewalvanî ku çavkaniya bingehîn a debarê ye kiriye. Germahiya zêde û kêmbûyîna barîna baranê mêrg ê çêrgeh veguhertiye rewşeke bêxêr, kêmbûna çavkaniyên avê jî bûye sedemê nexweş ketina sewalan. Girêdayî hişkesaliyê giranbûna buhayê alifê, şêniyên li herêmên ku bi sewalvaniyê re mijûl in xistiye nava rewşeke zehmet. Şêniyên ku ji ber pirsgirêka hem alif û hem jî avê zirar dikin, li hemberî vê neçar dimînin ku sewalên xwe bifroşin, encax ji ber kêmbûyîna buhayê sewalan nikarin vê jî bikin.

Di van 50 salên dawî de havîna herî germ ya sala 2021’an bû, di vê salê de barîn li gorî asta normal 56% kêm bûye, di nexşeyan de gelek qad weke ‘hişkesaliya awarte’, ‘hişkesaliya pir dijwar’ û ‘hişkesaliya bi şîdet’ hat nîşandan.

Her çiqasê lêkoler dibêjin ku bi zêdekirina rêjeya daristanan guhertinên ku wê li ser rûyê erdê çêbike wê li ser hişkesaliyê ‘bibe xwedî bandoreke girîng û di heman demê de rêjeya barînê ya li di mehên havînê de jî zêde bibe’, lê di encama polîtîkayên şerê taybet a li ser Kurdistanê tê ferzkirin, şewitîn û birîna daristanan didome.

Li Dêrsimê bi domdarî daristan ji ber operasyonên leşkerî dişewitin, birîna daran ya li daristanên Karacehenemê ya dikeve gundên Çatak, Aynik û Kizilagac ên girêdayî navçeya Kaliova ya Çewligê jî didome. Birîna daran ya ew bi rojane “Bi hêceta ewlekariyê” didome, bi kamyonan tên weguhastin. Li herêma ku dar lê tên birîn di 20’ê Îlona bihurî opersyona leşkerî hatibû destpêkirin û di encama bomberdûmanê şewat derketibû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv