Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Av. Alastair Lyon: ‘Ji ber sedemên polîtîk Îngîlîstan PKK’ê di lîsteya terorê de dihêle’

 

LI ÎNGÎLÎSTANÊ DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ
AV. ALASTAIR LYON: JI BER SEDEMÊN POLÎTÎK ÎNGÎLÎSTAN PKK’Ê DI LÎSTEYÊ DE DIHÊLE

Ji parêzerên dadgeriya bilind a Îngîlîstanê Alastair Lyon, ji televîzyona Medya Haberê re axivî.

Alastair Lyon, bi mayîna PKK’ê ya di lîsteyê de bal dikişîne ser têkiliyên Tirkiyê û Îngîlîstanê.

Diyar dike ku ji ber sedemên polîtîk PKK di lîsteyê de tê hiştin û wiha dibêje;

Ya rast bi vî awayî rê li ber çareseriya aştiyeke mayînde digirin.

Hiştina PKK’ê di lîsteyê de encama tewreke polîtîk e. Ev jî xizmetê ji hişmendiya dijî aştiyê re dike. Dema ji aliyan yek weke terorîst were dîtin, gelo pêvajoya çareseriyê wê çawa destpê bike. Ji ber vê yekê hiştina di lîsteyê de, dibe sedem ku pirsa Kurd wekî pirsgirêkeke dîrokî neyê dîtin. Êrişkirina bi artêşê jî parçeyeke styratejîk a ji vê polîtîkayê ye.

Parêzer Alastair Lyon derbarê derxistina ji lîsteya treorê ya li Îngîlîstanê de jî bal dikişîne ser pêvajoyeke zahmet.

Û dibêje; Ev encax bi wezîrekî karê hundir yê parêzvanê mafê mirovan pêkan e.

Ya rast li Îngîlîstanê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelekî zahmet e. Ji ber ku qanûn bi awayekî wisa hatine amadekirin. Komîsyoneke ku sûcên terorê dişopînin heye, ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin divê serî li wê komîsyonê bidin. Dîsa ji bo serlêdana we bikeve meriyetê, divê komîsyoneke din dosyaya we erê bike. Di vê serlêdanê de ku were erêkirin, wê çaxê hûn dikarin li benda bersiva wezareta karê hundur bisekinin. Bi wezîrekî din dibe ku ev pêkan bû, lê wisa xuya dike ku bi wezîrê Karê Hundur yê heyî derxistina PKK’ê ji lîsteyê hinek zahmet e. Ji ber ku bi dewleta Tirk re di têkiliyeke germ de ne û mayîna PKK’ê di lîsteyê de li gorî hisabên wan e jî.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv