Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Asayişa PDK’ê siyasetmedarê kurd radestî dewleta tirk kir 24.02.2021

 

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
ASAYÎŞA PDK’Ê SIYASETMEDARÊ KURD RADESTÎ DEWLETA TIRK KIR

Asayîşa PDK’ê siyasetmedarê ji Bakûrê Kurdistanê Omer Bartan radestî dewleta tirk kir.

Omer Bartan ê 48 salî ji navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bedlîs ê Bakûrê Kurdistanê ye.

Ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatiye girtin û zêdetirî 12 salan di girtîgehê de ma.

Piştî ku ji girtîgehê derdiketiye, dozên derbarê wî de û zextên dewletê dewam kirin, lewma di Hezîrana sala 2019’an de neçar dimîne ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Omer Bartan ku li bajarê Hewlêrê dima, 3’yê Tîrmeha 2019’an, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tê girtin.

Li gorî zanyariyên ku ji malbata Bartan hatine girtin, ji roja ku hatî girtin û şûn ve tu agahî bi wan re nehatine parvekirin.

22’yê Sibatê Omer Bartan ji girtîgeha Şirnexê bi riya telefonê li malbata xwe digere û hemû tiştên bi serê wî hatine ji malbatê re vedibêje.

Li gorî agahiyên ku malbatê bi ajansa Rojnewsê re parvekirine, Omer Bartan dema li Hewlêrê hatiye girtin bi zext û gefan re rûbirû maye. Bi van zextan ve sîxurti li ser hatiye ferz kirin.

Bartan piştî ku ev zext qebûl nekirine, di 28’ê Çileyê de asayîşa PDK’ê bi awayekî fermî ew radestî Tirkiyeyê nekiriye.

Lê bi awayekî ku dest û çavên wî girtîne, di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî aliyê Bakûr kirine û li wir hiştine.

Bartan ji malbatê re gotiye ku piştî asayîşa PDK’ê ew avêtiye aliyê Bakûr, vê carê polîsên dewleta Tirk ew girtiye.

Omer Bartan niha li Girtîgeha Şirnexê tê girtin û derbarê wî de 3 dozên din jî hatine vekirin.

Ji ber dozên ku derbarê wî de hatine vekirin beriya niha 12 salan di girtîgehê de mabû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv