Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Tirk Îbrahîm Hesen li gundê Dêşîşê qetil kir

 

LI KANÎMASÎ ÊRIŞA DEWLETA TIRK
ÎBRAHÎM HESEN LI GUNDÊ DÊŞÎŞÊ HAT QETILKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne.

Heta niha artêşa Tirk bi balafir, helîkopter û qereqolên li ser sînor, gundên herêmê bombe dikin.

Bi taybetî jî ji ber ku nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye, qereqolên dagirkeriya Tirk gundên Behdînanê gelek caran bombe dikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker herî dawî li gundê Dêşîşê yê bajarokê Kanîmasî êrişî xelkê herêmê kir.

Eskerên Tirk gundî û navenda gund dan ber guleyan.

Di êrişê de Îbrahîm Hesen hat qetilkirin.

Xelkê gund ji Rojnewsê re têkildarî bûyerê ev agahî dan:

Em her roja înê diçin bax û bostanên xwe û wan av didin.

Îbrahîm Hesen jî ji bo avdana baxçeyan ji pişta gund av berda cuhoka avdanê.

Em vegeriyan û dengê gulebaranê hat.

Me dît, ku Îbrahîm Hesen venegeriya ye û em jî lêgeriyan.

Gundî diyar dikin ku piştî gulebaranê dîtine ku li Îbrahîm Hesen li ser cuhoka avê hatiye qetilkirin.

Xelkê Dêşîşê her wiha didin zanîn, ku eskerên Tirk ji nêz ve bêserûber gule li gundî û nava gund reşandine.

Gelek gule li mizgefta gund û xaniyan ketine û ziyan çêbûye.

Xelkê herêmê diyar dike ku ku Îbrahîm Hesen ê qetilkirî, bavê 6 zarokan bû.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê jî eşkere dike, ku artêşa Tirk 12’ê Tebaxê an go doh dora gundên Dêşîşê, Serarû û Êdînê bi helîkopteran bombe kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv