Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa Tirk bi hezaran heywan, bi deh hezaran dar şewitand!

 

Artêşa Tirk li Avaşînê derbên giran dixwe. Bi şewitandina daristanan têkçûn û bêçaretiya xwe nîşan dide. Her wiha bi hezaran zindiyî dikuje.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 23’ê Nîsanê ve dewam dikin, yek ji eniyên şer ên berxwedana bi heybet qada Avaşînê ye. Artêşa Tirk a dagirker bi rê û rêbazên şer ê Naziyên Elman bi ser gerîlayên Kurdistanê ve tên. Li dijî van êrişan jî gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de li ber xwe didin û psîkolojiya artêşa Tirk û çeteyên wan têk birine. Artêşa Tirk bi taybetî zêdeyî hefteyeke li qada Avaşînê bi bombardûmaneke giran hewl dide xwezaya Kurdistanê talan bike. Gerîla vê êrişkariya dewleta Tirk a li ser xwezayê weke “nîşaneya têkçûna artêşa Tirk” dinirxînin.

HER RÊ Û RÊBAZ CERIBAND, DERBEKE GIRAN XWAR

Hedefa destpêkê ya artêşa Tirk a li qada Avaşînê, avêtina ser qadên jiyanê û çeperên şer, tunelên şer ên gerîla bû. Bi vî rengî dixwest, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên li vê derê teslîm bigirin. Ji 23’ê Nîsanê heta 3’ê Gulanê li qadên Mamreşo û Mervanosê yên Avaşînê li tunelên şer têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Di vê têkoşînê de gelek ji artêşa Tirk hatin kuştin û derbeke giran xwarin. Bi heman rengî li qadên Dola Konferansê, Aris Faris û Dola Maran jî kete nava heman hewldanan, lê berxwedana fedayî ya gerîla ya li van qadan artêşa Tirk bêçare hişt. Ji ber vê yekê jî neçar man ku taktîkê biguherînin. Artêşa Tirk ku destvala ji tunelên şer ên gerîla vegeriya, vê carê jî hewl da ku leşker û çeteyên xwe li Zagrosan bi taktîkên gerîla bide şerkirin. Yanî hewl da bi taktîkên gerîla derbê li gerîla bixin. Yekîneyên veşartî û bitevger li qadê bi cih kir û hewl dan derbê li gerîla bixin. Lê belê beşeke mezin a van çeteyan hîn di hewledana destpêkê de bûn hedefa gerîla û hatin cezakirin. Yên mayî ji ber ku nizanin li çiyê bimeşin, ya ji zinaran ketin yan jî ji ber ku nekarîn îrade bikin bang li Skorskyan kirin û ew birin baregehên wan. Yanî artêşa Tirk di tatkîka duyemîn de jî negihîşt armanca xwe.

BI HEZARAN HEYWAN, BI DEH HEZARAN DAR TUNE KIRIN

Di herikîna dîrokê de di her şerî de artêşa Tirk tenê di mijarên talanî û barbariyê de ‘serketî’ bû. Ev yek bû rêbaza dawî ku li qada Avaşînê bi kar anî. Artêşa Tirk ku bi taybetî di navbera 23-30’ê Gulanê de derbên giran xwar û tengav bû, hem bi balafirên şer hem jî ji qereqolên li ser sînor bombardûman li qadên gerîla kir û her qada Avaşînê dişewitîne. Ev qada mîna bihuştê ya Zagrosan ku bû dergûşa şaristaniyê, ji ber zilma artêşa Tirk dişewite. Ji Basyayê heta qada Werxelê her devera Avaşînê tên şewitandin. Bi hezaran zindî, bi deh hezaran dar hatin tunekirin. Şewat hîn jî dewam dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv