TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK
ARTÊŞA DAGIRKER JI BER TENGAV BÛYE ÇETE JÎ TEVLI ŞERÊ XWE KIRINE
Dagirkeriya tirk di 23’yê Nîsanê de, li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê seferek da destpêkirin.
Sefera wan a dagrirkeriyê dewam dike. Di milê eskerî de tevizî ne.
Nikarin xwe li hemberî gerîla bigrin.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji 23’yê nîsanê ve li serê eskerên Tirk kiriye axir dewran.
Dagirker li ser kîjan girî dixwazin bi cih bibin, gerîla li wir derbê li wan dixin.
Ji 23’yê mehê ve bi qasî ku hatiye zelalkirin 117 esker hatine kuştin.
Eskerên tirk di milê derûnî de jî têk çûne û nema dikarin şer bikin.
Ji ber wê, dewleta tirk giraniyê dide bombardûmana bi balafiran.
Rojnamevan Erdogan Altan ku li herêmê ye ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re der barê şer de nûçeyek amade kir.
Li gorî nûçeya wî armanca tevgera dagirkeriyê bi qasî 100 kîlometre bikeve Başûr, herêmên Avaşîn, Zap û metîne bi temamî dagir bike.
Lê ji dema destpêka êrişan ve encax kariye 8 kîlometre bi rêya helîkopteran eskerên xwe dayne.
Li gorî agahiyên pêşmergeyan dane Erdogan Altan;
Armanca tevgera dagirkeriyê jî bi temamî bidestxistina serweriya herêma Federal a Kurdistanê ye.
Dagirkeran di vî şerê de derbên giran xwarine.
Eskerên xwe yên kuştî û birîndaran radikin nexweşxaneya xwe ya seyar a li Lojîstîk û Balafirgeha Geliyê Zaxo û Bamernê hatiye avakirin.
Dîsa li gorî agahiyên di nûçeyê de eskerên tirk di milê derûnî de têk çûne, nikarin şer bikin.
Ji ber wê jî dewleta tirk peyderpey çeteyên xwe yên ji Sûriye, Iraq, Afganistan, Azerbeycan û Çeçenistanê anîne baregehên xwe yên li Başûr, û wan dikşîne qada şer.