Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Arêz Abdullah: Heke PDK alîkariya Tirkiyê neke, wê Iraq jî neke 25.01.2021

 

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
ARÊZ ABDULLAH: HEKE PDK ALÎKARIYA TIRKIYÊ NEKE, WÊ IRAQ JÎ NEKE

Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula destpêkê behsa dagirkeriya dewleta Tirk kir û da zanîn ku Tirkiye beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye.

Arêz Abdula îşaret bi rewşa Şengalê jî kir, anî ziman dewleta tirk wisa bi hêsanî nikare êriş bike.

Abdullah got; li gorî min Hikumeta Herêmê alîkariya Tirkiyê neke, wê Iraq jî alîkariya Tirkiyê neke.

Ji ber ku peymana Iraqê ji bo Şengalê girêdayî, helwesta Hikûmeta Herêmê ye.

Arêz Abdula bal kişand ser hevkariya di navbera PDK û rejîma faşîst a tirk de jî.

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
DR. ŞÊRKÛ HEME EMÎN: QENDÎL BÛYE QADA ŞOREŞ Û TÊKOŞÎNÊ WÊ WISA JÎ BIMÎNE

Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û Çavdêrê Siyasî Dr. Şêrko Heme Emîn têkildarî planên dewleta Tirk axivî.

Dr. Şêrko Heme Emîn destnîşan kir, şefê faşîst ê tirk Erdogan dijminatiya xwe ya li kurdan venaşêre, lê li gel vê jî PDK polîtîkayên Erdogan bêyî şerm bike tîne cih.

Dr. Şêrko Heme Emîn diyar kir, YNK beşek ji hikûmeta herêmeye û lazim e li dijî vê siyaseta dewleta tirk û PDK’ê helwestê nîşan bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv