Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aqûbeta Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, 102 rojin nayê zanîn

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suryiyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen 102 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. Roj bi roj fikar zêde dibin, Cîhad Hesen li kuye?

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’an dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan. Cîhad Hesen ev 102 rojin girtî ye û agahî jê nayê girtin. Her roja diçe fikarên li ser jiyana Cîhad Hesen zêde dibin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê li Başûrê Kurdistanê beriya niha bi daxuyaniyekê bal kişandibû ku tenduristiya Cîhad Hesen xirab bûye û daxwaza serbestberdana wî kiribû. Nûnertiyê her wiha xwestibû bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan bikin, lê daxwaz û bangên wan bêbersiv mane.

Ev jî hatin dîtin

Cangoriyên Azadiyê

Stêrk Tv

Nobeta ji bo azadiya rêber Apo

Stêrk Tv

Gefên li Dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê

Stêrk Tv

Parlementer Gokkay Akbulut

Stêrk Tv

Belgefîlmek ji rizgarbûna destê DAIŞ’ê heta fermandartiya YJŞ’ê

Stêrk Tv

Derwêşê Hemdem-Dilşêr Herekol

Stêrk Tv