Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Anketa çareseriya doza kurdî: Daxwaza kurdan xweseriya demokratîk e

 

ANKETA ÇARESERIYA DOZA KURDÎ
DAXWAZA KURDAN: XWESERIYA DEMOKRATÎK

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk ya li Bakurê Kurdistanê anketek çêkir.

Anket di navbera 1 û 10’ê nîsanê de bi online hatiye çêkirin.

948 kes ên ji Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Wan, Şirnex, Mûş, Meletî, Îdir, Colemêrg, Xarpêt, Dêrsim, Bedlîs, Çewlig, Agirî û Semsûrê tevli anketê bûne.

Ji sedî 95,4’ê beşdarên anketê nasnameya xwe ya etnîk ‘Kurd’ nîşan da.

Ji sedî 82,3’ê beşdaran diyar kirine ku meseleya herî mezin a li welat çareser-nebûna doza kurdî ye.

ji sedî 82,5’ê beşdaran gotiye ew doza kurdî weke pênaseya ‘Pirsgirêkeke çandî ya ji ber mafê zimanê zikmakî û mafê nasnameyê nehatiye naskirin’ qebûl dikin.

Der barê polîtîka û siyaseta partiyên pergalê de jî encamên balkêş derketine holê.

Li gorî vê:

Ji sedî 97,7’ê beşdaran diyar kirine ku AKP,

ji sedî 94,9’ê beşdaran diyar kirine MHP, bi ‘Gotin û polîtîkaya xwe xizmetê ji çareseriya doza Kurdan re nakin’

Di anketê de bi rêjeyeke bilind baweriya beşdaran bi HDP’ê û siyseta wê ya çareseriyê heye.

Ji sedî 87,’ê beşdaran diyar kiriye ku gotin û polîtîkayên HDP’ê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurdan re dikin.

Beşdaran pirsa ‘Gelo li gorî te wê pirsgirêka Kurdan çawa were çareserkirin’ jî bersivandine.

Ji sedî 44,5’ê beşdaran gotine ‘bi vegera ser pêvajoya çareserî û muzakereyê’ çareserî mumkun e.

Beşdaran anketê pirsa ‘Gelo pirsgirêka Kurdan bi kîjan statuyê dikare were çareserkirin’ jî bersivandine.

Ji sedî 57,2’ê beşdaran diyar kirine ‘Bi xweseriya demokratîk’ wê çareserî pêk were.

Ekseriya beşdaran hemfikir in ku astengya herî mezin a li pêşiya çareseriyê desthilata AKP-MHP’ê ye.

Ji sedî 80,6’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo bi ya we heke PKK çekan dayne wê pirsgirêk çareser bibe?” gotine; NA

Dîsa ekseriya beşdaran gotine; Rêber Apo dikare doza kurdî çareser bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv