ENDAMÊ KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN ANDOK ÇEKDAR:
DIVÊ CIWAN BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA BIBIN
Endamê Koordînıasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar wateya 15’ê Tebaxê ji bo ciwanên Kurdistan ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser erk û wezîfeyên ciwanên Kurdistanê yên di sala 38’an a pêngavê de.
Andok Çekdar di destpêkê salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li tevahiya gelê Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê yên Apoyî pîroz kir şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn.
Andok Çekdar anî ziman ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ava bû, têkoşîneke ciwanên Kurdistanê ye û got
Di sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de di çarçoveya pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de em bi biryar in ku derba kuştinê ya dawî li dijmin bixe û dijmin ji Kurdistanê biqewirîne.
Lewma li her devera Kurdistanê, rejîma qirker ji bo kuştina Kurdan zend û bend ba daye û dest bi êrişeke berfireh kiriye.
Di pêvajoyeke wiha de ku ciwanên Kurdistanê her tim dibe hedefa zilm, îmha û înkarê, di demekê de ku li metropolên Tirkiyeyê her roj êriş li dijî Kurdan tê kirin.
Dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê bi her awayî li dijî mêtingeriya har a faşîst bikeve nava liv û tevgerê.
Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li refên gerîla tevlî berxwedanê bibin û faşîzmê têk bibin.