Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Amed Dîcle: ‘PDK li gorî pîlana bi Enqerê re kiriye êriş dike’

 

“PÎLANA PDK’Ê YA PAYÎZΔ
AMED DÎCLE: PDK LI GORÎ PÎLANA BI ENQERÊ RE KIRIYE ÊRIŞ DIKE

Di sê mehên dawî de şerê gerîla û Dewleta Tirk bûye rojeva sereke.

Li ser vê yekê helwesta PDK’ê tê axaftin. Ne tiştekî veşartiye ku PDK bi Artêşa Tirk re tevdigere.

Rojnamevan Amed Dîcle di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Pîlana PDK’ê ya Payîzî’ de dibêje; Jixwe PDK jî vê hevkariya xwe ya bi dagirkeriya tirk re înkar nake.

Amed Dîcle di nivîsê de îşaret bi serdana wezîrê şer ê tirk Hulusî Akar jî dike:

Bi serokatiya Hulusî Akar beriya van êrişan bi demekê çû serdana Hewlêr û Bexdayê.

Di çapemeniyê de jî derket holê ku li nêzî bajarê Selahaddînê navenda operasyoneke hevpar hatiye avakirin.

Di dawiya meha Nîsanê de jî li dijî Zap, Avaşîn û Metîna êrişan dest pê kir, lê li gorî dilê Hûlûsî Akar nemeşiya.

Ji bo vê yekê jî ji PDK’ê xwest beşdarî şer bibe.

Li ser vê yekê PDK di 19’ê Gulanê de li hev civiya. Piştî civînê PDK li qadên şer ket nava livûtevgerê.

Amed Dîcle destnîşan dike ku di navbera PDK û dagirkeriya tirk de peyameke hatiye çêkirin û van agahiyan dide:

Li gorî peymanê wê hêzên PDK’ê riyên stratejîk ên ku Dewleta Tirk êriş dike bigre.

Li ser tevgera gerîla wê koordînatan bide Dewleta Tirk û xetên lojîstîk werin qutkirin.

Ev plan hê jî dewam dike. Şerê PDK’ê yê li dijî gerîla awayekî veşartî ye.

Ev şer bi Artêşa Tirk re koordînekirî dimeşe. Ji paşve çeperên gerîla dorpêç dikin.

Hesabê PDK’ê ew e qadên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xakûrkê radestî Dewleta Tirk bike.

Sala 1995’an li gorî peymana di navbera PDK û PKK’ê de ev herêm ji gerîla re hatin hiştin.

Ev yek di arşîvan de jî heye. Lê PDK li şûna gerîla dixwaze ku ev herêm bikeve bin dagirkeriya Tirk. PDK ji bo PKK’ê qels bike vê yekê dixwaze.

Îro li Tirkiyê 400 şîrketên malbata Barzanî hene. PDK ji ber aboriya xwe vê yekê dixwaze.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku wê di payîzê de şer mezin bibe û ji bo vê yekê jî amadekarî hene.

Mesela di rojên dawî de PDK li Şêladizê lez daye amadekariyên eskerî. Hedef jî xeta Rênçbiraxa ya Zagrosê ye.

Dewleta Tirk li vê derê derbên giran dixwe û hewl dide vê derê bi destê PDK’ê dorpêç bike.

Ev der cihê herî stratejîk ê Zagrosan e.

Eger tevgereke eskerî pêk were wê bibe sedema şer.

Li aliyê din ji Başûr jî dorpêçkirine Xinêrê heye.

Artêşa Tirk hewl dide xeta Xinêrê û Xakurkê jî dorpêç bike.

Herêmên Goşine û Berbizina sînorên Xinêrê ne. Her wiha li ser sînorê Îranê ye.

PDK ji bo amadekariya operasyonê hêzên rojhilatî ji wir vekişandin. Di nava du mehên dawî de jî erdên bi mayîn paqij kirin.

PDK’ê ji Îranê re jî ragihand ku komên girêdayî xwe ji ser xeta sînor vekişandine.

Heyetek ji PDK’ê jî hefteya derbasbûyî çû Tahranê.

Ji bo operasyonekê divê Îranê razî bikin, lê nayê zanîn ka Îranê çi bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv