Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk didome

 

AMBARGOYA LI SER WARGEHA MEXMÛRÊ
BI HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK DIDOME

Ji Bakurê Kurditanê bi hezaran kes ji ber zilm û zordariya dewleta tirk ji neçarî koç kirin.

Ji sala 1994’an ve ev kes bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran man.

Herî dawî jî li Mexmûrê bi cîh bûn.

Li wargeha ku navê wê bûye wargeha Şehîd Rustem Cûdî nêzî 12 hezar kes dimînin.

Wargeha Mexmûrê ji roja hatî avakirin heya roja îro di bin gef û êrişên dewleta Tirk de ye.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose hat kuştin.

Bi vê bûyerê re wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan.

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmehê de ambargo danî ser wargehê û rê li hatin çûyina şêniyên wargehê girt.

Ji ber ambargo û girtina rê ku ev 2 salin didome, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin nexweşxaneyan.

Heta niha herî kêm 8 jinan ji ber astengiya asayîşa PDK’ê, zarokên xwe ji dest dane.

Ji ber astengiyên PDK’ê bi sedan karker nekarîn biçin ser karê xwe û ji kar hatin derxistin.

Ji bo debara jiyana xwe karker ji naçarî berê xwe didin bajarên Iraqê.

Xwendekar jî di nav de bi dehan kesên ji wargehê li Hewlêrê hatin binçavkirin.

Gelek xwendekar i Hewlerê ji zanîngehan hatin derxistin.

AMBARGOYA LI SER WARGEHA MEXMÛRÊ
DEWLETA TIRK BI HEVKARIYA PDK’Ê ÊRIŞÎ WARGEHÊ DIKE

Li gel vê ambargoya giran dewleta tirk jî êrişî wargehê dike.

18’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrişên balefirên dewleta Tirk de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

15’ê Nîsana 2020’an sê jinên têkoşer şehîd bûn.

15’ê Hezîrana 2020’an balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombe kirin.

Herî dawî 5 Hezîrana 2021’ê balefira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk wargeh bombe kir.

Ji parastina wargehê Neteweyên Yekbûyî berpirsiyare, lê heta niha dengê xwe li dewleta Tirk nekiriye.

Li gel van zext û êrişan hemûyan jî gelê Mexmûrê li ber xwe dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv