Hêzên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê de dixwazin bikevin Şengalê û dagir bikin. Gel bi berxwedanê pêşî li ketina hêzên çekdarî digirin û di van kêliyan de alozî berdewam e.
Ji serê sibehê ve hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê bi armanca pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê ya li dijî hêzên parastinê yên Êzîdxanê û Rêveberiya Xweser, ketine tevgerê.
Li ser banga Meclîsa Xweser a Şengalê gel di serî de li asayîşa Guhbel û Borik, li seranserê Şengalê rewşa awarte hate ragihandin û gel rê girtin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrên me ragihandine hêzên çekdarî yên PDK û bi hevkariya Iraqê dixwazin derbasê nava Şengalê bibin, lê heya niha ji ber berxwedana gel nekarîne bikevin herêmê.
Alozî û berxwedana li hember hewldanên ketina Şengalê berdewam dike. Gel bi çêkirina barîkatan, çalakiyên rûniştinê û dirûşmên, “Bimre xiyanet”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Em rê nadin xiyanetkar bikevin axa pîroz” nerazîbûn nîşan didin û rê nadin hêzên çekdarî berbi pêşve biçin.