Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aloziya li Lîbyayê

 

SEROKÊ PARLEMENTOYA LÎBYAYÊ:
PÊWÎST BE EM Ê DESTWERDANA LEŞKERÎ JI MISRÊ BIXWAZIN

Li dijî destwerdana leşkerî ya hêzên biyanî li Lîbyayê helwestên tund derdikevin holê.

Serokê parlementoya Lîbyayê diyar kir ku eger hêzên El-Serac û çeteyên dewleta Tirk xetên sor derbas bikin, ew bi awayekî fermî destwerdana leşkerî ji Misrê bixwazin.

Yekîtiya Erebî jî di civîna xwe ya doh de xwest ku hemû hêzên biyanî ji Libyayê vekişin.

Destwerdana derve li Lîbyayê û desteka leşkerî ya dewleta Tirk ji hêzên El-Serac re rastî bersivên tund tên.

Beriya çend rojan serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî diyar kir ku bajarên Sîrte û Cefre, ku hêzên El-Serac dixwaze desteser bike, xeta sorin.

Her wiha teqez kir ku niha destwerdana leşkerî ya Misrê li Lîbyayê rewa ye û got eger pêwîst bike ew amedene vê yekê pêk bînin.

Parlementoya Lîbyayê bersiveke erênî da serokê Misrê.

Serokê parlementoyê, Eqîle Salih, diyar kir eger gefên li ser ewlekariya neteweyî ya Lîbyayê dewam bikin, wê gelê wan ji Misrê daxwaz bike ku hêzên leşkerî bişîne.

Eqîle Salih got: Em ê ti carî qebûl nekin ku hêzên El-Serac û çeteyên hevkarên wan xeta sor a serok El-Sîsî behskirî derbas bikin.

Li aliyekî din, serokê parlementoya Lîbyayê êrişa li ser paytext Terablusê, ji aliyê Artêşa Niştîmanî ve, parast û li cih dît.

Salih got piştî ku dewleta Tirk 15 hezar çete şandin Terablusê, nabe ku ev rewş êdî were piştguhkirin.

Salih herwiha diyar kir ku êrişa li ser Terablûsê ne li dijî daxwaz û însiyatîfên çareseriyê yên civaka navneteweyî bû.

Di heman mijarê de, li ser daxwaza Misrê Yekîtiya Ereb doh bi rêya vîdeokonferansê kom bû.

Yekîtiya Ereb daxuyaniyeke niviskî da û ”hemû destwerdanên derqanûnî yên biyanî li Lîbyayê” red kirin.

Yekîtiya Ereb herwiha xwest ku, ”ji ser xaka Libyayê û avên wê hemû hêzên biyanî vekişin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv