Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Almanya hevkarê kujer Omer Guney, Rûhî Semen parast 27.02.2021

 

ALMANYA HEVKARÊ KUJER OMER GUNEY RÛHÎ SEMEN PARAST
GOKAY AKBULUT: DIVÊ ALMANYA Û FRANSA RAYA GIŞTÎ YA KURD RONÎ BIKE

9’ê Çile ya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin qetilkirin.

Tetîkêş Omer Guney 17’ê Kanûna 2016’an li Fransayê li girtîgeha ku lê dima bi rengekî bi guman mir, an jî hat kuştin.

Tevî delîlên heyî jî dozgeriya Almanyayê derheqê hevkarê Guney, Rûhî Semen de lêpirsîn ne da destpêkirin.

Beriya çend rojan wekîlê Partiya Çepgir Gokay Akbulut têkidarî Rûhî Semen pirsnameyek da meclîsa Almanya.

Di pirsanmeyê de Akbulut dipirse Fransayê îfadeya Ruhî Semenê li Almanya hatiye girtin, girt an na, dozek lê hatiye vekiririn an na?

Wezareta Karê Navxweyî ya Alman bersiv da pirsa Gokay Akbulut.

Wezaretê di bersivê de got, ”Agahiyên şexsî nikarin werin parvekirin.”

Wezaretê derhetqê hevkariya Rûhî Semen jî agahî da û got:

“Di destê Hikûmeta Federal de agahiyên Rûhî Semen tevlî bûyera sala 2013’an bûye nîne.”

Rûhî Semen yek ji hevalê nêz ê Omer Guney bû û tekane kes bû ku li girtîgehê serdana wî dikir.

Derketibû holê beriya komkujiya 9’ê Çile Omer Guney li Enqerê Semen dîtiye.

Piştî Guney hatî girtin jî xwestiye wî ji girtîgehê birevîne.

Wezareta Navxwe bi rengekî zelal bersiv da pirsa derbarê mijarê de.

Wezaretê diyarkir 8’ê Çile ya 2014’an Fransayê derheqê Semen Almanya agahdar kiriye.

Lê wezaret bi bahaneya peywendiya baş ya bi Fransayê re bandor bike, agahiyên zêdetir parve nake û wiha dewam dike;

”Heta niha xebata me ya hevkariya bi Fransayê re pir baş e, agahiyên ku zorê li vê hevkariya me bikin, nayên parvekirin.”

Wezareta Elman her wiha got, ”Agahiyên ku talokeyê bînin ser ewlehiya jiyana kesa nikare were parvekirin”

Wekîla Partiya Çepgir Gokay Akbulut bersiva hikûmeta Mêrkêl kêm dît û got;

“Ev rûdan bandoreke giran li ser Kurdên Almanya û Ewropayê dike, peywira Alman û Fransa ewe ku raya giştî ya Kurd li ser vê mijarê ronî bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv