Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Almanya dîsa çû hawara Tirkiyê

 

ALMANYA DÎSA ÇÛ HAWARA TIRKIYÊ
RAYEDARÊN TIRK DI SIYASETA DERVE Û KRÎZA ABORÎ DE JI ALMANYÊ PIŞTGIRÎ XWESTIN

Dewleta Alman ku di her firsendê de piştgiriyê dide dewleta tirk, di vê pêvajoya têkçûna siyaseta wê ya derve de dîsa bi hawara wê ve çû.

Serokwezira Alman Angela Merkel bi rêya vedeo-konferasnsekî bi serokê APKê Tayip Erdogan re hevdîtin pêk anî û derheqê rewşa Libya, krîza derya Spî û mijara Suriyê de piştgirî da siyaseta Tirkiyê.

Berdevikê hukumeta Alman Steffen Seibert li ser naveroka hevdînê îddia kir ku Merkel ji Erdogan re gotiye gelek girînge ku çete û eskerên biyanî di demeke nêz de ji Libyayê vekişîn.

Herwiha herdu aliyan li hevkirine ku piştgiriyê bidin hukumeta demkî ya Libyayê ya bi serokatiya Dibeybe.

ALMANYA DÎSA ÇÛ HAWARA TIRKIYÊ
ÇAVUŞOGLU JI ALMANYAYÊ XWEST JI BO GERÛGEŞTÊ WELATIYÊN XWE BIŞÎNE TIRKIYÊ

Ji aliyê din ve di vê demê de ku pêdiviya Tirkiyê gelek bi dovîzên tûrîstan heye, wezirê karên derve yê tirk Mevlut Çavûşoglu li Berlînê bi hemkarê xwe yê Alman Heiko Maas re hevdîtin pêk anî û jê xwest berê welatiyên xwe ji bo gerûgeştê bide Tirkiyê.

Di daxuyaniya piştî civînê de Çavuşoglu mîna ku henekê xwe bi aqilê civakê bike îddia kir ku ewê karibin heta dawiya Gulanê yanî di nava sê heftiyan de hemû kesên bi tûrîstan re rû bi rû bibin, derzî bikin.

Derheqê van hevdîtinan de, hevseroka partiya çep ya Alman Susanne Hennig-Wellsow, serokwezir Angela Merkel ji ber hevkariya wê ya bi tirkiyê re rexne kir û got:

“Hukumeta AKPê bi dijwarî êrişan dibe ser HDPê û kurdên bakurê Suriyê. Li himberî vê rewşê divê hukumeta Federal helwesta xwe zelal bike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv