Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê: ‘Kurê Erdogan bi DAIŞ’ê re petrola Sûrî dizî’

 

ALÎKARÊ WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ SÛRIYÊ:
“KURÊ ERDOGAN BI DAIŞ’Ê RE PETROLA SÛRÎ DIZΔ

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê Beşar Caferî îtîrafên mafyayê Tirk Sedat Peker ên têkildarî çekên dewleta tirk ji Sûriyê re rê kirine, piştrast kirin.

Caferî ji ajansa nûçeyan a alman Deutsche Welle re axivî û diyar kir ku rêveberiya wan der barê sûcên rejîma Erdogan de ji Konseya Ewlekariya Netewên yekbûyî û komîsyonên têkildar re 108 nameyên veşarî şandine.

Caferî got; ez li vir dixwazin bibêjim ku tiştên Sedat Peker gotine, rast in û ez jî vê teyît dikim.

Caferî li ser pirsa DW Tirkî, ”Sedat Peker hin navên rayedarên tirk dan, got têkiliya wan bi komên Sûriyê re hene, gelo agahiyên we der barê vê mijarê de hene yan na?”‘ Caferî wiha dibêje:

”Tiştên Sedat Peker li ser rejîma Erdogan, ew û endamên malbata wî jî di nav de, ku têkilî diziya petrol, gaza sirûştî, maden û dexlên me bûne, rast e.

Ji ber ku me hemûyan dît ku sala 2015-2016’an bi destê DAÎŞ’ê diziya petrol û gaza me ya sirûştî ji hêla kurê Erdogan ve dihat birêvebirin.

Caferî got têkiliya hikûmeta Tirk a bi hin komên Sûriyê re kûr bûye û bal kişand mînaka Heysem Topalca ê li Tirkiyê ku weke Heysem El Kassar tê naskirin.

Caferî got kesê bi navê Heysem El Kassar Gulana 2013’an ji Libyayê 2 lître gaza sarîn bi balafireke sivîl anî Stenbolê, sîxûrê MÎT’a Tirk e.

Ev kes ji Stenbolê hate Dîlokê û ji wir jî li gel peywirdarên îstîxbarata Tirk gihaşte ser sînorê me.

Du lître gaza sarîn ji sînor derbas kir, gihand ber destê Eniya Nusra ku êrîş anî û bi êrîşa li bejahiya Helebê bû sedema mirina leşker û sivîlan.

Helbet plan ew bû ku hikûmeta Sûriyê bi êrîşa çeka kimyewî were tawanbarkirin. Ev gelek caran hate dubarekirin

Caferî diyar kir El Kassar gaza sarîn bi konvoya alîkariya mirovî aniye.

Hatibû ragihandin El Kassar sala 2021’an meha Sibatê li Konyayê bi qezayeke trafîkê ya gumanbar miriye.

Caferî li dijî ‘polîtîkayên Tirk-kirinê” yên dewleta Tirk ên li cihê ku dagir kiriye helwest nîşan da û got:

Tirkiye li ser xaka Sûriyê ku dagir kiriye,, pêvajoya Tirk-kirinê li bakur û bakurê rojava yê Sûriyê dimeşîne. Nabe ku ev yek were qebûlkirin.

Li herêmê pereyên ku têne xebitandin lîreyên Tirk in, li şûna ala Sûriyê ya Tirkiyê heye, guhertina navên dibistan, kuçe û meydanan, diziya endûstriya tekstîlê û madenan emê qebûl nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv