HEVDÎTINÊN PYNK Û ENKS’Ê
ALDAR XELÎL: JI BER KU ENKS LI SER MASEYÊ RÛNANE HEVDÎTIN RAWESTIYANE
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî rewşa dawî ya hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de ji Malpera PYD’ê re axivî.
Û diyar kir, ku ev 5-6 mehin hevdîtin rawestiya ne.
Aldar Xelîl da zanîn, ku ew timî ji bo danûstandinê amade ne ji bo pirsgirêk li ser maseyê bên çareserkirin û diyar kir, ku wan di aliyê siyasî de li hev kiriye.
Aldar Xelîl destnîşan kir, ku divê ti hincet ji bo nedewamkirina diyalogê nebin sebeb.