Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alan Meîş: ‘Li Rûsyayê lingê Erdogan ket soleke teng’

 

ALAN MEÎŞ / WELAT
LI RÛSYAYÊ LINGÊ ERDOGAN KET SOLEKE TENG

Çawa ji Amerîkayê aciz vegeriya, wisa jî ji Rûsyayê vegeriya.

Tê zanîn piştî ku Amerîkayê derî li rûyê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan girt, hema bilez berê xwe da Rûsyayê. Çû û gelek dosya di destê wî de bûn û dixwest bazareke din li dijî rojavayê Kurdistanê bike û hewl bide destûra êrîşekê bi dest xwe ve bîne.

Erdogan bi hempîşeyê xwe yê rûs Viladîmêr Putîn re civiya û di dawiyê de tu daxuyanî nedan. Berovajî wê gelek pirsnîşan di ser şopîneran de çêkir. Lê belê beriya serdanê gelek geşedan li Sûriyeyê rû dabûn, hêjayî şîroveyan in.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê êrîşên li dijî komên çete yên dewleta tirk dijwar kirin û gelek baregehên wan ên li Idilbê bombebaran kirin. Di heman demê de, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî Idlibê bi ‘çavkaniya terorîstan’ bi nav kir. Her wiha Amerîkayê jî hişyarî da Erdogan ku sîstema parastina asîmanî S-400 ji Rûsyayê nekire, yan jî wê were cezakirin.

Diyar e derdê Erdogan rawestandina êrîşên Rûsyayê ya li dijî komên wî yên çete ne û ev daxwaz ji Putîn kiriye. Lê gelo Putîn çi jê xwestiye?

Û çima piştî hevdîtinê bêyî ku her du serok daxuyaniya çapemeniyê bidin, Erdogan hema bilez vegeriya welatê xwe?

Aşkera ye ku hevdîtin ne bi dilê Erdogan derbas bûye û Putîn daxwazên zehmet ku pêwîstiya wan bi bersiveke bi lez heye, ji Erdogan xwestine.

Ger mirov mijaran bi hev girê bide derdikeve holê ku rewşa Erdogan ne baş e û li ber sekeratê ye.

Çimkî Putîn şandeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser di nîvê meha îlonê de li Moskovê pêşwazî kir û ev jî weke fişarekê li dijî dewleta tirk a dagirker e û bi vê yekê hişyarî da Tirkiyeyê ku zêde sînorê xwe derbas neke, ji ber ku gelek hêz hene dikarin bi wan re bidin û bistînin. Ev jî dihêle ku Erdogan serberjêr bibe û tawîzan bide.

Lê li beramberî wê jî helbet daxwazên Erdogan jî hene. Ji ber ku berî biçe careke din ji Amerîkayê xwestibû ku desteka ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk rawestîne û Amerîkayê jî ev daxwaz red kir û hişyariyên tund da Tirkiyeyê.

Îcar wer xuya ye ku Erdogan wê hin deveran pêşkêşî Rûsyayê bike, da ku karibe planên xwe yên li dijî Rojava pêk bîne û ev yek hem sala 2016’an di pevguhertina Heleb û Cerablusê û hem jî sala 2018’an di pevguhertina Xûtaya Şamê û Efrînê de çêbû. Bi gotineke din siyaseta guhertina bajaran li ser hesabê gelê Sûriyeyê, ne tiştekî nû ye. Vê carê çavê Erdogan li Minbic, Til Rifet û Eyn Îsayê ye û bi her awayî hewl dide dagirkeriya xwe fireh bike û bidomîne.

Her wekî çav li rê ye ku Idlib jî bikeve bazarê û Rûsya rola Tirkiyeyê nehêle. Lê belê bi vê yekê Tirkiye agirê Amerîkayê berdide xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv