AKÎF YILMAZ
RÛSPIYÊ CIWAN Ê CIVAKA XWE
Sala 1956’an li gundê Micûc bi navê xwe yê din Beşîktaşê yê Erdexanê ji dayîk dibe.
Ji ber rewşa aboriya xerab a malbatê, Akif ji neçarî dibistana amadeyî di nîvî de dihêle û dest bi kar dike.
Hê di ciwantiya xwe ew xisletên şoreşger û rêberekî xwe de kesayetiya wî de didin der.
Birayê wî Nadî Yilmaz dibêje, ew rûspiyekî ciwan ê gel û civaka xwe bû.
Li kû pevçûnek an jî bûyerek hebûya, ji bo çareseriyê û aştiyê bang li wî dikirin.
Xwişka wî Xecê Yilmaz jî dibêje, ew qet ranediwestiya, timî bilivûtevger bû.
Ji ber vê yekê timî li rêyeke têkoşînê digeriya.
Sala 1976’an wê lêgerîna xwe bi keşifkirina Tevgera Apoyî bi dawî dike.
Wê salê weke pêşengekî têkoşîna azadiya Kurdistanê beşdarî nava refên şoreşê dibe.
Di nava salên 1978-1979’an de li Qersê û derdora wê xebatên şoreşê birêve dibe..
Piştre jî diçe Amedê û li wir tê girtin..
Li dijî faşîzma cuntaya Tirk, li gel Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û Alî Çîçek tevlî berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê dibe.
Hevrêyê wî Fûat Kav biryardariya Akîf Yilmaz wiha tîne ziman:
Li gel hevrêyên xwe heta kêliya dawî di parastina rûmeta gelê xwe de israr dike.
64 rojan di şert û mercên zilmê, mirinê û hovîtiyê de rojiya mirinê digire.
Û 15’ê Îlona sala 1982’an de şehîd dibe.