Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Lîga Erebî: ‘Tirkiyê herêmê dagir dike’

 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
MECLÎSA LÎGA EREBÎ: TIRKIYÊ HERÊMÊ DAGIR DIKE

Lîga Erebî bi beşdariya wezîrên karê derve 9’ê îlonê civîna xwe ya asayî lidar xist.

Nirxandina li ser êrişên dagirkeriya dewleta tirk mohra xwe li civînê xist.

Pêkhateyên civînê têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û komên tundraw ên li ser dewletên Ereban bangeke hevbeş kirin û gotin:

Divê dewleta tirk û komên girêdayî wê dawî li hebûna xwe ya li ser axa welatên Ereb bînin.

Wezareta karê derve ya dewleta Tirk bi daxuyaniyekê ev êriş û dagirkeriya herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê înkar kir û got:

“Di civîna Lîga Erebî de îdiayên li dijî Tirkiyê ji rastiyê dûrin, em van îdayan red dikin.”

Wezîrê tirk bi vî awayî li xwe mikur hat ku lîga erebî dewleta tirk weke hêzeke êrişkar dibîne.

Akademîsyenên Ereb jî mijar ji ajansa ANHA’yê re nirxandin.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
AKADEMÎSYENÊN EREB: DEWLETA TIRK SERWERIYA CÎNARÊ XWE BINPÊ DIKE

Gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînan Mihemd Hamid destnîşan kir ku welatên Ereb bi ti awayî destwerdanên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê qebûl nakin û red dikin.

Siyasetmedar û hiqûqnasê tunisî Hazim El-Qisorî jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk û got:

“Tiştê ku îro xuya dike, dewleta Tirk serweriya xwe ya leşkerî li herêmê ferz kir dike.

Ev yek di raporên taybet de bi awayekî hatiye destnîşankirin. Dewleta Tirk serweriya cinarê xwe binpê dike û herêmê dagir dike.”

Lêkolîner û akademisyenê lîbyayî Dr. Cibrîl El-Ubêdî jî têkildarî daxuyaniya wezareta tirk ev tişt got:

“Bersiva dewleta Tirk a înkarkirinê texmînkirî ye. Em hemû dizanin ku ew rastiyê înkar dikin.

Rastiya dewleta Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê dagirkere nayê guhertin.

Bêgûman şermezarkirina dewleta tirk ji aliyê Komkara Ereb ve têrê nake, divê gavên hîn xurttir û bibandortir bên avêtin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv