Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Nijadperestiya Tirkan’

 

NIJADPERESTIYA TIRKAN
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Li cîhanê tê zanîn ku fikir û ramana nijadperestiyê, nakokiyan dixe nava civakê û di encamê de dijminatiya nava gelan û baweriyan gur dike, şer û ceng û mirinê mezin dike.

Di serdema me de ev zihniyet, gihîştiye asta desthilatiya dewletan û êdî ji bo qirkirin û nijadkujiya/jenosîda gelan û baweriyan hat bikaranîn û her niha jî bi tevayiya xerabkariya xwe dewam dike.

Çima wisa ye? Ji ber ku di gotina nijadperestiyê de jî, tê xuyakirin ev ne parastina nijadekê yan neteweyekê ye, ev tê wateya serdestiya neteweyekê di ser yên din re…

Ewqas sal derbas bûn, li cîhanê û li Tirkiyê ewqas mînakên xerab hene, lê niha îro mirov bala xwe dide Tirkiyê, weke ku qet ders nestandibin ji ewqas serpêhatiyên faşîzma nijadperestiyê.

Xwedêgiravî Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener, li dijî nijadperestî û faşîzma Receb Tayib Erdogan û Devlet Bahçeli, bi navê avakirina demokrasiyê derketine ser dika siyasetê.

Bi vê bangê jî gelek alîkar gihandin xwe û hinek destkeftiyên girîng jî; weke hijmarek şaredariyên bajarên mezin bi dest xistin. Lê li ser nijadperestiya tirkîtiyê ketine pêşbirkê/reqabetê; ka kî pirtir nijadperest e?

Di hefteya derbasbûyî de, du bûyerên balkêş qewimîn. Li Sêrtê, welatparezekî Kurd, ji Akşener xanim re got “ev der Kurdistan e”. Li ser vê gotinê Meral Akşener, ji ber rexneyên Bahçelî û Recep Erdogan, got; “jixwe ew kes HDP’yî bû û hûn zanin em HDP’ê li gel PKK’ê datînin!”

Hema li pey wê, Kemal Kilçdaroglu jî, li Yozgatê, hat coşa nijadperestên wir û got; “Hûnê bibînin ka ezê çawa Qendilê dûz bikim, kevir li ser kevir nahêlim”!..

Em bêjin Meral Akşener, dewama Alparslan Turkeş e û nasnameya wê diyar e. Lê ya Kemal Kiliçdaroglu? Weke ku dîrok dubare dibe; xwe gelekî dişibe Ismet Inonu. Mîna ku li Lozanê Inonu Kurdistan par ve kir û gotibûn “me Kurdistan xist bin xaka Agiriyê, ser wê beton kir”, lê niha dibînin, vaye Kurdistan rabûye û gav bi gav îradeya xweseriya giştî xurt dibe. Gelo Kiliçdaroglu, dubare bi rola Inonu radibe yan jî hinek vê rolê didin wî?

Mixabin her du jî, ji Kurdistanê ne!

Lê gelê Kurdistanê ne yê dema Lozanê ye. Êdî xwedî Rêberî, hişmendî û îradeyeke mezin e, mafên hemû gelan û baweriyan weke hev dibîne!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv