Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Ma AKP diçe, CHP tê?

 

MA AKP DIÇE, CHP TÊ ?
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Ev dîtin bi xurtî dikeve rojevê. Ji gotin, hewldan, helwest û gerên CHP’ê jî ev guman bihêztir dibe. Ji ber ku bi qasî CHP tê naskirin, ti caran weke niha bi curet û cesaret xwe nedaye pêş û ji bo rêvberiyê/hukûmetê daxwaziyeke xurt nedaye nîşandan. Rewşa CHP û AKPê, divê mirov paralel bide ber hev û wisa bala xwe bidiyê, wê wextê wê pêşeroja wan baştir were dîtin. AKP, hem li hundir hem jî li derve serberjêr diçe, çarenivîsa wê rojbiroj xerabtir dibe.

Li hundur, êdî sînor ji dizî, talan, lêdan, girtin, kuştin, derew, bêbextî, bêwijdanî, bêexlaqî û hwd. ji binpêkirina hemû rûmetên mirovayiyê re nemaye. Baweriya ti kesî nema bi zagon û edaleta dewletê tê. Ji ber ku biryara hemû tiştî bi yek kesî ve hatiye girêdan ew jî Receb T. Erdogan e. Ew jî, vê bêbaweriya gel dibîne û ji bo gel li dijî wî ranebe, bi tenê di destê wî de bikaranîna zora hêza dewletê maye. Herwiha li derve jî, hevalbendên wî yekbiyek ji ser desthilatiyê tên xwarê. Mînak, piştî Mursi’yê Misrê, Umer Beşîr’ê Sûdanê, Raşid Xennûşî’yê Tûnisê (Nehda), Fayiz Sarac’ê Libyayê, Sadeddin Osmanî’yê Fasê (AKP) û hwd. ji desthilatî ketin yan jî hatin xistin.

Yekîtiya Ereban jî, di civîna wezîrên derve de li dijî Tirkiyê biryar girtin. Gotin, Bila Tirkiye dawiyê li provakasyon û destdirêjiyên xwe yên li bakurê Afrîka Libya, Suriye, Iraq û Rojhilata Navîn bîne! Vê gavê R. Erdogan, hinekî hêviyê ji rewşa Efxanistanê dike. Ji ber ku weke dewlet bi tenê di destê wî de ev maye. Jixwe ji ber ku hema di despêkê de vê fersendê ji dest xwe bernede gelek hewl da û got “baweriya me û Talibanan mîna hev e ” û hwd. Lê hê ev derfet bi dest nexistiye. Divê hevalbendê wî yê Kurdistanê jî neyê jibîrkirin; Malbata Berzanî! Lê hem ev û hem Talîban, bê destûra DYA’yê misoger nabe û nikare were meşandin.

Li aliyê din, hevalbendiya wî li gel Rûsya û Îranê jî weke dostayiya quling û rovî bû. Niha ew jî têk diçe. Ji ber ku hem li aliyê Derya Reş û hem li aliyê Suriyê, ji naçarî divê li gel NATO û DYA cih bigire. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov, ji niha ve nerazîbûna xwe li dijî dewleta tirkî diyar dike û dibêje, “Tirkiye li ser peymana ASTANA û SOÇÎ ya ji bo Idlibê nameşe”! Di encamê de hevalbendiya Tirkiye ya li gel Rûsya û Îranê jî berê xwe daye xerabûnê. Jixwe êrîşîn ezmanî û topbaran yên Rûsya û Rejima Şamê li ser Idlibê zêde bûne.

Lewma Wezîrê Parastinê Akar û Serokê Arteşê Guler bi lezgînî çûne ser sînorên Sûriyê û bi taybetî Idlibê, bi fermandarên leşkerî yên li wir re civiyan. Mirov bala xwe dide van bûyeran, tengavbûna rêveberiya AKP-MHP’ê, aşkere diyar dibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv