Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Li ser Efrînê şerê taybet’

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
LI SER EFRÎNÊ ŞERÊ TAYBET

Dewleta tirkan, bi dagirkirina Efrînê re armanc; vê herêmê, ji bo asimilekirin û xistina nava xaka Tirkiyê, ji xwe re bike navend. Li Bakur, heman rola navendiya asimilasyonê, bi çanda leşkerî dabû Dêrsimê. Jixwe dewleta tirkan, li hemû cihên ku dagir dike, bi vê zihniyeta leşkerî sistemekê ava dike. Piştî berxwedana mezin a 58 rojan, ji bo qirkirinek giran pêkneyê piraniya gel ji Efrînê derket. Ji alîkî ve ev derketina gel bi dilê dewletê bû; ji bo talanê pêkbîne û li van cihên vala, hawirdeyên biyanî yên ne kurd, bi cih bike. Di sê salên derbasbûyî de piraniya van armancên xwe cêbecê kir. Lê weke dixwest çênebû. Jiber ku hemû çeteyên kujer û talankerên xwe yên bijare li Efrînê kom kir. Hemû mal û milkên gelê me yê Efrînê talan û weran kirin, tiştek nehiştin, darên zeytûna jî birîn û birin firotin. Kesên ku li wira mabûn, revandin, bi beramberî pereya/fidye berdan an kuştin, êdî ev jî xelas bûn. Ji van nêçirvanên kuştin û talanê re, pêdiviya nêçîra nuh/teze çêbû. Li vira tektikekî şerê taybet kete rojevê. Ev jî: Vegerandina gelê me yê ji Kantona Efrînê koçber bûne. Vê salê, em dibînin ev plan tê bi rêvebirin.

Vê plana qirêj, piranî li ser gelê me yê Ezîdî yên li derdorê Cinderes û Raco dide meşandin. Li hinek gundan, MİT’a tirkan û Feyleqe Şam, bi muxtar û rûsipiyên Êzîdî re civîn çêkirine. Bi karanîna şêwazên tirsê, ji wan xwestine, bi taybetî bang li koçberên Helebê, Şehba û Ewrûpayê bikin û wan vegerînin Efrînê. Jiber ku êdî çete û hêzên dewletê, nikare bandorê li ser gel bike, lewma, bi navê kurdîtiyê ENKS’ê û Rêveberiya Hewlêrê didin xebitandin. Eger mirov li çapemeniya wan baş binêre, ew ê zelal were dîtin ku çawa bi hev re vê projeya şerê taybet didin meşandin? Wê gotina gelîrî tê bîra mirovan; “weke kewa dujminê qewmê xwe”! Lê divê ji kewan lêborîn were xwestin, jiber ku ew bi nezanî û dibe ku ji niyeta pak wan bangan dikin, lê “kewên” me bi zanebûn vê xizmetê ji dagirkeran re dikin! Her roj di medya Hewlêrê de, yekser dujminatiya Rêveberiya Xweser heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv