AHMET AKTAŞ / WELAT
GELO MUXATABÊ TIRK HEYE ?
Pirsa ‘muxatabê kurd heye’, di van rojên dawî de bi xurtî ketiye rojevê. Piştî ewqas salan Kiliçdaroglu derket û got ‘erê em HDP’ê weke muxatebê kurd nas dikin û navenda çareserkirina vê pirsgrêkê jî parlamento ye.’
Piştî ewqas sal dibêje, ji ber ku temenê partiya Kiliçdaroglu û temenê komara tirk yek e; wate hema mirov dikare bêje 100 sal e.
Di nava van sed salan de, ne ji bo çareserkirina pirsgrêka kurdan, belê ji bo qirkirina kurdan, ji bo jenosid-ji kokê ve qirkirina kurdan, bi dehan û bi sedan êrîş û hewldan hatine kirin ji aliyê dewleta tirk ve. Weke tê zanîn xwediyê dewletê, ji destpêka damezrandinê ve hat îro jî her CHP ye.
Ev dîroka xerab a vê partiyê, nayê wateya ku her çi bêje jî xerab e yan divê bi xerabî û bi niyeta nebaş were dîtin. Erê divê ev dîroka reş were dîtin û neyê jibîrkirin û paşê sedem û egerên vê pêşniyazên weke ya Kiliçdaroglu were şîrovekirin û nirxandin.
Berî her tiştî divê were dîtin ku vê dewleta qirker, li dijî doza gelê Kurdistanê her cûre siyaset û kiryarên hovane da meşandin û bi ser neket. Berovajî, li hember berxwedana Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê Kurdistanê, ne rêveberiya AKP-MHP’ê tenê, dewlet bi giştî ber bi hilweşandinê ve diçe.
CHP, dibîne ku êdî gel bi giştî lê bi taybetî gelê kurd, nema qayil dibe bi serweriya vê zihniyeta zilmê ya dewletê û dijberiyek xurt û berfireh derketiye holê. Ji bo vê hêza dijber, di bin sîwana xwe de bi rêxistin bike û bi vî awayî desthilatiya AKP-MHP’ê birûxîne, destê xwe dixe bin bar.
Her wiha dizane ku hêza herî ji dil, xwedî rêxistin û berxwedêr û kilît e, hêza gelê Kurdistanê ye. Bi gotinek din, bi vê hêzê tirsa xwe şikand û
ji vê hêzê wêrekî stand. Bila were bîra me, CHP’yiyan, newêrîbûn wêneyên wan û HDP’yiyan bi hev re were dîtin!
Li vir mijarek din a girîng jî pirsa “muxatab kî ye”? Ev pirsa xelet tê pirsîn. Ji ber ku muxatebê kurdan aşkera ye û mezin bûye. Lê belê yê tunebû heta niha, muxatebê tirk bû. Erê yên tirkan jî hinek derket in lê sixtekarî û rûreşiya wan zû aşkera bûn; yê herî dawî jî Erdogan bû. Niha va ye Kiliçdaroglu û partiya xwe CHP derketin. De ka em ê van jî bibînin!