Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘9’ê Cotmeha 1990’an’

 

9’Ê COTMEHA 1998’AN
AHMET AKTAŞ / WELAT

Di dîrokê de hinek roj reş in, hinek jî xweş in. Ev 9’ê Cotmeha 1998’a jî, rojek reş ji rojên ên dîrokê ye. Çima? Ji ber ku roja destpêka Komloya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan bû.

Armanca bingehîn bi vê komployê yek; vê tevgerê bê serî bihêlê û hilweşîne yan teslîm bigire, dudu; bi destê dewleta tirk vî Rêberî ji holê rake û şerekî mezîn di nava kurdan û dewletê de derxe, dewletê jî lawaz bixe da ku hîn xurtir bikeve xizmeta projeya wan a dizaynkirina cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn.

Lê belê weke tê zanîn Abdullah Ocalan, rêberiya xwe careke din, hîn mezintir û xurtir di zindanê de jî nîşan da û ev plangerî ji armanca wê ya sereke dûr xist.
Piştî pêkanîna komployê di 15’ê Sibata 1999’an de, gav bi gav dest bi projeya xwe ya dizayna cîhanê kirin. Dagirkirina Afganistan, Iraq, Libya û hwd.

Helbet li Kurdistanê jî alternatîfa Rêber Apo û tevgera wî amade kiribûn; bi pêşengiya PDK’ê rêveberiya Başûr.

Li ser vê Plangeriya Navdewletî ku 23 sal derbas bûye, gelek şîrove hatine kirin û êdî naveroka wê, ji aliyê raya giştî vê tê zanîn. Mirov dikare, weke bingehîn van xalan ji nav bi neqîne û her dubare bike:

Her çendîn, pêşî bi xurtî li vê komploya malxerab hat birîn û li ser vê hişmendiya nûjen, weke mînaka li Rojava têkoşîn gihiştibe asta şoreşê jî lê dîsa kes nikare bêje ew plangerî dawî lê hatiye xwe bixe nava şaşîtiyê û xemsariyê. Jixwe êdî bi giranî diyalektika zanistî ya têkoşînê jî hatiye naskirin; erênî û neyînî bi hevre dijîn. Lê helbet, kîjan alî xwe bêhtir bi rêxistin bike û bi hişyarî tevbigere ew alî li pêş e û serkeftî ye.

Li gorî rewşa heyî ya cîhanê, gelê herî bi rêxistinkirî û xwedî serpêhatî û serwext e û bi Rêberê xwe ve girêdayî ye, yek ji wan gelê Kurdistanê ye.

Lewma, eger ji aliyê stratejîk bêhtir ji aliyê taktîkî ve şaşî û xeletiyên mezin neyên kirin, gelê Kurdistanê wê her serkeftî be û her wiha êdî tu plangerî û lîstokên neyaran nikare ji rêya rast dûr bixe û ew ê nikaribin birûxîn e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv