Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Agirê Newrozê li Amedê hate pêxistin 13.03.2021

Hê çend roj mayî ji Newrozê re li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin û govend li dorî agir hate gerandin.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, agirê Newrozê pê xistin, starta pîrozbahiyan da. Agirê Newrozê piştî daxuyaniya li baxçeyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyîzava hate dayîn û şûnde hate pêxistin.

Li gel parlementerên HDP’ê Dersim Dag û Remziya Tosûn gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li baxçe pankartên bi nivîsên ‘Bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin’, ‘Jin wê bi serhildanê agirê Newrozê geş bikin’, ‘Newroz ji bo gelan têkoşîn, ji bo yekîtiya Kurdan soz e’ û ‘Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişkînin’ hate vekirin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê û Serokê Komîtyea Amadekar Îrfan Soner û endama Komîteyê Zelal Bîlgîn daxuyanî dan.

Bîlgîn anî ziman ku li welat Newroza îsal bi polîtîkayên zextê, girtin, destgîrkirin û polîtîkayên şer pêşwazî dikin. Bîlgîn Newroza gelên Tirkiye pîroz kir û diyar kir ku Newroz banga aştiyê ye û got: “Bang li hemû gel dikin ku bên Newrozê.”

Soner destnîşan kir ku agirê Kawayê Şoreşger îro jî didome û wiha pêde çû: “Em dizanin ku Newroz, aştî, edalet û demokrasî ye. Divê her kes Newrozê pîroz bike. Di rêya Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Seydayê Cegerxwîn Newrozê pîroz bikin.”

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde agirê Newrozê hate pêxistin û govend li dor hate gerandin. Bi pêxistina agir re bê navber dirûşmên ‘Newroza Rêber Apo pîroz be’, ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin qîrkirin.

Pîrozbahî piştî xwe ser agir re avêtin bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv