Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Abimael Guzman wefat kir

 

ABIMAEL GUZMAN WEFAT KIR
RÊVEBIRÊ TEVGERA ŞOREŞGER A PERÛYÊ PIŞTÎ 29 SAL GIRTÎGEH ÇU REHMETÊ

Abimael Guzman ango bi nasnav Hevrê Gonzalo, roja şemiyê di 86 saliya xwe de wefat kir.

Rêvebirê tevgera bi navê “Rêya Ronahî”, 29 sal li Baregeha Behrê ya Karlo, di girtîgeha binerdê de hat ragirtin.

Lê Guzman ev sê mehên dawî ji ber nexweşiya xwe, gelek caran ji girtîgehê hatibû derxistin û li nexweşxaneyeke dihat tedawîkirin.

Tevgera Guzman, li ser xeta komûnîzmê li dijî rêvebiriya faşîst a dewleta Peruyê têkoşiya.

Piştî sala 1980’î jî dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Artêşa Perûyê li pey lîderên rêxistinê bû û di sala 1992’yan de li taxa Surco ya Lîmayê avêtin ser malekê û Guzman tevî 8 lîderên rêxistinê girtin.

Cezayê girtina heta bi hetayê li Guzman hate birîn û ew li girtîgeha baregeheke deryayî, li nêzî paytexta Perû Limayê hate bicîhkirin.

Destpêkê hemû pêwendiyên wî yên bi dinyayê re hatin birrîn.

Ji bilî kovarên maganîzê tiştek nedan wî.

Di hucreyeke tarî de, rojê tenê saetekê roj didît.

Di encama berxwedana gelê Perû de, rêvebiriya dîktator Fujimori têk çû.

Fujimori ji welêt reviya welatê xwe Japonyayê.

Siyaseta Fûjîmorî, bûbû sebeba kuştina dehan hezar welatiyan û şîddeta li ser xweciyan.

Derbarê sûcên wî de, doza mehkemeyê dewam dike.

Piştî Fûjîmorî, rêveberiya nû ya Perûyê ji bo çareseriya pirsgirêka di nava welêt de, bi gerîlayan re dest bi hevdîtinê kiribû.

Ji bo vê jî destpêkê şert û mercên jiyanê yên Guzman sererast kir.

Lê di taliyê de rêvebirê tevgera “Rêya Ronahî” heta hetayê di hucreya tarî de ragirt.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv