Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Abdurrezak Suyur, Halîl Guneş û Salîh Togrul

 

ABDURREZAK SUYUR
JI 1993’YAN LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK DÎLGIRTÎ BÛ

Abdurrezak Suyur 1993’yan li Muxlayê hat binçavkirin û paşê hat girtin.

Cezayê muebetê an go heta hetayî lê hat birîn.

Li zîndanên Sêrt, Dîlok û Şakranê hat girtin.

Beriya 3 mehan nexweşiya penceşêra pişikê lê peyda bû.

Her wiha nexweşiya astimê jî pê re hebû.

Piştî bi nexweşiya penceşêrê ket, nehat dermankirin.

Herî dawî beriya du heftiyan bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî.

Piştî wê rojê agahî jê nehat girtin.

14’ê kanûnê birayê wî Muhsîn Suyur çû zîndanê da Abdurrezak bibîne.

Lê rêveberiya zîndana Şakranê destûra hevdîtinê neda.

Rêveberiya girtîgehê piştî saetekê agahiya şehadeta Suyur dan.

HALÎL GUNEŞ
29 SALAN LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK DÎLGIRTÎ BÛ

Halîl Guneş 2’yê çileya 1993’yan dema 23 salî bû hat girtin.

Cezayê muebeta giran an go heta hetayî lê hat birîn.

Li 15 zîndanên cûda hat ragirtin.

29 salan di zîndanê de rûbirûyî faşîzma Tirk ma.

Ji ber êşkenceya giran gelek nexweşî lê peyda bûn.

Ji ber ku parsûyên wî hatibûn şikandin, di dil û pişika wî de nexweşî çêbûn.

2007’an di pişika wî de tumor peyda bû.

Her wiha bi nexweşiya penceşêra hestiyan ket.

Saziya Tiba Edlî 29’ê çileya 2014’an tevî van nexweşiyên giran rapora “dikare li zîndanê bê ragirtin” da.

15’ê Kanûnê li Zîndana Amedê şehîd bû.

SALÎH TOGRUL
18 SALAN LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK DÎLGIRTÎ BÛ

Salîh Togrul 18 salan li zîndanên dewleta Tirk dîlgirtî bû.

Dema li zîndana Tîpa E ya Sêrtê girtî bû felc bû û hişê xwe ji dest da.

Piştî dîlgirtina 18 salan, hat berdan.

Ji 2014’an ve dihat dermankirin.

Lê ji ber rewşa wî giran bû 15’ê Kanûnê li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv