Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

9’emîn salvegera Şoreşa Rojava tê pîrozkirin

 

9’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA ROJAVA TÊ PÎROZKIRIN
ŞÊNIYÊN KOBANÊ: EM Ê BI RIHÊ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ SERKEFTINÊ MÎSOGER BIKIN

Li Kobanê şahiya pîrozbahiya şoreşa 19’ê Tîrmehê li qada Şehîd Eqîd lidarket.

Di şahiyê de Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nuner û endamên gelek saziyên herêmê amade bûn.

Jinên derketin ser dikê axivîn balkişandin ser rola jinan a di pêkhatina şoreşê de.

Her wiha diyar kirin ku bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê û felsefeya Rêber Apo gelên Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan û Tirkmen niha şoreşê bi hev re pîroz dikin.

9’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ TÊ PÎROZKIRIN
“ŞOREŞA ROJAVA BI PÊŞENGIYA JINAN PÊK HAT”

Şêniyên Bajarê Hesekê jî bi dirûşmeya “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin” kom bûn.

Li ser nave Rêveberiya Xweser Ebid El- Xenî Oso axivî û got:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewamiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Divê li dijî hewldanên têkbirina şoreşê em asta têkoşîna xwe bilind bikin”.

Piştî Koma Tolhildan ya bajarê Hesekê stran gotin, şahî bi govendê bi dawî bû.

9’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ TÊ PÎROZKIRIN
‘YEKÎTIYA GELAN BI SAYA NETEWA DEMOKRATÎK AVA BÛ’

Li bajarê Tebqa jî Rêveberiya Sivîl pîrozbahiyek girseyî lidarxist.

Qisekeran qala destkeftiyên şoreşê kirin û diyar kirin ku bi saya fikra neteweya demokratîk yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Piştî axavtin bi dawî bûn koma Firatê ya Stranên Gelêrî û koma Awazên YPG’ê stran gotin.

Dawiya pîrozbahiyê de koma hunerên gel a Çand û Hunerê ya Tebqayê ji govenda gelîrî çend mînak pêşkêş kirin.

Li bajarê Reqa yê ku çeteyên DAIŞ’ê lê jin firotin jî ala Meclisa xweser ji aliyê jinan ve li ba bû.

Tevî nûnerên saziyên sivîl, rûsipiyên herêmê, meclisa jinan gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de hate destnîşan kirin ku jinan di rizgarkirina bajarê Reqayê de jî pêşengî kirin.

Paşê tîyatroya hate pêşkêşkirin balkişand ser xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv